`Serkeftina Leyla Guven û hevalên wê serkeftina aştiyê ye`

Rêveveriya Jinan a Reqayê destnîşan kir ku serkeftina ku Leyla Guven û hevalên wê pêk anî, serkeftina aştî û mirovahiyê ye û teqez kir ku ew ê bixebitin da ku piştgiriya tevgerên berxwedanê bikin.

Rêveberiya Jinan a Reqayê der barê berxwedana Leyla Guven û hevalên wê de ku dawî li çalakiya xwe anî, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya Rêveberiya Jinan a Reqayê hate xwendin, jinên endamên sazî û meclisên jinan tev lê bûn û pankartên “Em hemû Leyla ne” û “Em ê tecrîdê bişikînin” hildabûn.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiyê Fehîmê El-Casim ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji rêgeza vîna mirovan her tiştê pêk tê, em dibînin ku berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên di zindanan û derve de teqez kir ku çeka herî mezin li gel wan heye. Dema ku çalakiya greva birçîbûnê dest pê kirin û şehadet danîn ber çavên xwe, ji ber dizanîn çalakiya wan dê aştiyê ji hemû mirovahiyê re bîne, bi çi zagonên nehiştin rêber Apo malbat û parêzerên xwe bibîne.

Li vir çîroka berxwedana Leyla Guven û hevalên wê dest pê kir. Hemû gelan piştgiriya wan kir, heta ku serkeftin bi dest ve hat û hikumeta Tirkiyê hişt Rêberê Gelan hevdîtinê bike. Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya hemû berxwedanan bikin ku li ku derê be, ji ber ku yek doz e û yek gel e û êşa me yek e. Berxwedana Leyla Guven rêya dîrokê guherand û îradeya mirovan ji hemû çekan mezintir e.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din