‘Serkeftina însiyatîfên yekîtiya aliyên Kurd, tê wateya serkeftina partiyên Kurd”

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Talal Mihemed got: “Niha li ser asta navnetewî hewldan hene ku yekîtiya aliyên Kurdan çêbikin. Em  bang li aliyan dikin ku însyatîfên ji bo yekîtiya Kurdî bi ser bixin. Serkeftina îsyatîfên yekîtiya Kurdî dê partiyan jî biser bixe.”

Gelek hêz û aliyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hinek aliyên derve hewl didin di vê pêjavoyê de yekîtiya Kurdan ava bikin. Ji bo wê gelek însyatîf hatin pêşkêşkirin. Di nav de însyatîfa fermendarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî. Piştî wê şandeyên navneteweyî serdana herêmê kirin û bi partiyên siyasî yên Kurd re civiyan.

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Talal Mihemed di derbarê yekîtiya aliyên siyasî yên Kurd de ji ANHA’yê re axivî.

Mihemed di destpêka axaftina xwe de got: “Aloziya Sûriyê derbasî sala xwe ya dehan bû û heta niha tu çareseriyek siyasî di asoyan de xuya nake. Heta niha ji bo pêşeroja Sûriyê tu lihevkirinek navneteweyî jî tune ye. Di vê dawiyê de diyar e ku hinek alî û hêzên navneteweyî hewl didin aloziya Sûriyê bi rêbazên siyasî çareser bikin. Ji ber ku rewşa heyî ya Sûriyê êdî nayê tehemulkirin. Her kesî neçar dike ku çareseriyekê  bibîne. Gelê Sûriyê vegere warê xwe û hemû çînên Sûriyê mafên xwe bi dest bixin. Bi taybet gelê Kurd ê xwedî projeyek siyasî û demokratîk."

Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Aliyên navneteweyî niha hewl didin aliyên siyasî yên Kurd kom bikin. Armanc ew e ku helwest û li gorî biryara navnetewî ya 2254’an nêrînên wan bikin yek da ku tevlî her çareseriyek siyasî, civîna yan jî kongreyekê girêdayî çareserkirina aloziya Sûriyê bibin. Em bang  li tevgerên siyasî dikin ku daxwazên gelê Kurd bibersivînîn, da ku lêvegerek siyasî ava bibe.”

Mihemed bal kişand ser însiyatîfa fermendarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk a ji bo yekîtiya aliyên Kurdî û wiha pêde çû: “Ev însiyatîf ji bo berjewendiyên tevahî gelê Kurd pir giringe. Hêzên Sûriya Demokratîk bi hejmarek aliyên derve re peywendî ava kir da ku rewabûnek siyasî ji însiyatîfê re çêke. Tevahiya însiyatîfên hundirîn ên ku desteka vê însiyatîfê dikin cihê teqdîrê ne.”

Di vê dawiyê de hinek şandeyên navnetewî serdana herêmên Rojava kir. Talal Mihemed bal kişand ser van serdanan û wiha axivî: “Di nav wan şandeyan wezareta derve ya Amerîkayê û şandeya Fransa yê jî hebûn. Ew şande bi tevahiya aliyên siyasî yên Kurd re civiyan. Nêrîn û pêşniyarên aliyên Kurd girêdayî însiyatîfa Mazlûm Ebdî guhdar kirin. Di wan hevdîtinan de partiyên siyasî rave kirin ku ew bi pêwîstiya yekîtiya Kurd û bi dûrketina partiyan ji berjewendiyên kesayetî û partiyetî yên teng re ne.  Şandeyan girîngiya yekîtiya Kurd, hewldana dabînkirina mafên gelê Kurd û tevlibûna wan a ji bo çareseriya siyasî ya aloziyê Sûriyê destnîşan kirin.”

Mihemed behsa navarok û girîngiya peyama Rêber Abdullah Ocalan a girêdayî yekîtiya aliyên Kurd kir û got: “Rêber Abdullah Ocalan di 27`ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û peyamek giring da. Rêber Abdullah Ocalan ketiye ferqê ku şertên niha guncew in, ji bo ku aliyên Kurd û Kurdistanê vê derfeta dîrokê bi kar bînin. Helwesta xwe bikin yek û li her çar parçeyên Kurdistanê mafê xwe bidest bixin. Divê gelê Kurd li gorî guhertinên demokratîk ên ku dê di  pêşerojê de li Rojhilata Navîn pêk werin, mafê xwe misoger bike."

Ji bo dabînkirin û parastina destkeftiyên gelê Kurd li Sûriyê hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê bang li aliyên siyasî yên Kurd kir ku hewl bidin însiyatîfa fermanderê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk bi ser bixin û destkeftiyên bi saya fedekariyên mezin pêk hatine biparêzin. Mihemed got serkeftina vê însiyatîfê dê ji partiyên siyasî yên Kurd re bibe serkeftinek.

(şx)

ANHA


Mijarên Din