‘Serkeftina QSD’ê dê serkeftinên siyasî bi xwe re bîne’

Rayedarên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê got dê serkeftina QSD`ê ya leşkerî bi xwe re serkeftinên siyasî jî bîne û tekez kir ku dê partiya wan şaxên xwe li hemû Sûriyê veke.

Rayedarên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê di şahiya şevê din a li bajarê Tebqayê bi boneya salvegera yekemîn a partiya xwe de ji ANHA`yê re axivîn.

Serokê şaxê Siwêda ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Semîr Ezam li ser ewlehiya li ser herêmê û yekbûna lêvegera leşkerî axivî û hêvî kir ku ev ewlehî li hemû Sûriyê belav bibe. Ezam wiha got: "Em wek Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hêvî dikin ku di Sûriyeyeke yekbûyî de bijîn, em rastî şerekî mezin tên, hemû çandên demokratîk li herêmê hatibûn rakirin, hemû nifşên li Sûriyê yek rojê jî demokrasî nedîtin, ji ber vê yekê divê em gav bi gav bimeşin.”

Her wiha Ezam li ser armanca avakirina şaxeka Partiya Pêşerojê li Siwêdayê wiha got: "Armanc ne ew e ku em partiyeke nû zêde bikin, ji ber ku gelek partî hene. Çandeke nû, çanda partiya gelan, çanda pirrengiyê, wekheviya di navbera jin û mêran de armanca me ya sereke ye. Armanca me çandina çanda biratiyê û demokrasiyê ye. Em dixwazin vê tecrubeya çandî gav bi gav derbas bikin û hêvî dikin ku ev ji Siwêda û hemû Sûriyê re bibe nimûne."

Her wiha cîgirê sekreterê giştî yê partiyê Îbrahîm El-Ferec li ser serkeftina hêzên QSD`ê li dijî DAIŞ`ê wiha got: "Divê rewşa siyasî li herêmê bê guhertin, ev hêz îro cihê serkeftinê ye. Ev yek jî wê bi xwe re serkeftinên siyasî jî bîne û bi vê yekê jî dê nexşerêya siyasî biguhere. Her wiha êdî dê bi çavekî nû li herêmê binêrin.”

Her wiha hevserokê partiyê yê şaxa Tebqayê Mûsena Ebdulkerîm jî wiha got: "Salek di ser avakirina partiyê re derbas bû, em hêvî dikin salên din karekî baştir bê kirin."

Ebdulkerîm di axaftina xwe de karê partiyê yê sala derbasbûyî û planên pêşerojê bi bîr xistin û got: "Partiyê gelek hevdîtin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Her wiha partiyê di Diyaloga Sûrî-Sûrî de cihê xwe girt. Gelek şaxên xwe bi taybet li Siwêdayê vekirin."

Mûsena Ebdulkerîm tekez kir ku di salên pêş de dê li hemû Sûriyê şaxên nû vekin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din