‘Serkeftina tecrûbeya herêmê berhemên ramanê Ocalan e‘

Li navçeyên Til Koçer û li Til Birakê têkildarî 4‘ê Nîsanê civîn û semîner hatin lidarxistin. Hate gotin ku serkeftina tecrûbeya li herêmê berhemên ramanê Ocalan.

Kongreya Star bi rasthatina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda Hêzên Parastina Civakî ya Til Koçerê civînek li dar xist. Di civînê de bi dehan şêniyên navçeyê amade bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Zeyneb Saroxan li ser jiyan û têkoşîna Ocalan axivî û got: "Rêber Ocalan ji bo azadiya tevahiya gelan, pêkanîna demokrasî, belavkirina şatiyê û biratiya gelan tê dikoşe."

Zeyneb, destnîşan kir ku gelên herêmê ji bo azadiya xwe û xurtkirina rêgezên jiyana hevpar yekîtî û hevgirtina xwe ava kirin û diyar kir ku ev rêgez bi saya girêdana bi fikr û felsefeya Ocalan pêk hatin.

Di civînê de belgefîlmek girêdayî kurtejiyan = Ocalan û komploya navdewletî hate pêşandan.

Civîn bi berzkirina dirşûmeyên banga azadiya Ocalan bi dawî bû.

Bi heman munasebetê Kongreya Star a navçeya Til Birak a kantona Qamişlo semînerek bi navnîşan `Bi giyanê 4`ê Nîsanê dê neteweya demokratîk mayînde be û em ê bi rêber Apo re azad bijîn` li hola Şehîd Zewbe ya navçeyê organize kir.

Bi sedan şêniyên Til Birak, endamên saziyên sivîl û Hêzên Ewlehiya Hundirîn tevî endamên rêveberên Buroya Jin a MSD`ê Canda Mihemed û Gulistan Ibrahîm tev li semînerê bûn.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, paşê endama rêveber a Buroya Jina MSD`ê ya Kantona Qamişlo Canda Mihemed girêdayî kurtejiyan û têkoşîna Ocalan û navaroka projeya neteweya demokratîk a Ocalan a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê axivî. Di heman demê de komploya navdewletî û tecrîda li dijî Ocalan şermezar kir.

Canda Mihemed got: "Di encamên mîraseyên dîrokî ya hişmendiya baviksalarî û modernîteya kapîtalîzmê de ya ku rihê hezkirin û aştiyê kuştiye û zulm û kolekirina jinan, kesayeta Ocalan derket. Ocalan ji zarokatiya xwe ve nakokiyên malbat û civakê û rewşa jin ferq kir. Ji ber vê yekê tê koşiya da ku civakê ji vê rewşê derxîne."

Canda anî ziman ku Ocalan xeta netewa demokratîk da meşandin da ku pirsgirêkên civakê çareser bike û wekhevî û jiyana hevbeş di civakê de biçîne.

Çanda Mihemed her wiha bal kişand ku ji beriya 20 salan ve Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ye û  tecrîdeke girankirî li dijî wî hatiye ferzkirin û got: "Raste Ocalan girtin û tecrîdeke giran li ser wî ferz kirin, lê fikrê wî azad e, bi saya ramanê wî tecrûbeya me ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serket."

Di dawiya semînerê de deriyê nîqaş û pirsan ji beşdaran re hate vekirin. Beşdaran berxwedana Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin. Her wiha gotin, ku heya azadiya Ocalan ew ê piştgiriya çalakgeran bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din