Serkeftinên gerîla û bandorên wê li gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn

Siyasetmedar û rewşenbîran diyar kir ku serkeftina gerîla roleke girîng di serxistina projeya demokratîk a li Rojava û serkeftina li dijî DAIŞ'ê de lîst. Her wiha gotin: "Serkeftina gerîla serekftina tevahî kurdan e û binkeftina planên Tirkiyê ye."

Ji derdora 5 mehan ve, gerîlayên HPG û YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên  Başûrê Kurdistanê, serkeftinên dîrokî li hember artêşa Tirk a dagirker a ku çekên pêşketî û yên qedexekirî bi kar tîne bi dest dixin.

Ev berxwedan, bandoreke mezin li xeta têkoşînê ya kurdan kir ku hebûna wan ji helandinê û çirava aloziyên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn û cîhanê diparêze û cîhan bi têkoşîna kurdan a ji bo vegerandina mafên xwe da naskirin.

Têkildarî mijarê endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Misewec El-Mihemed diyar kir ku Rojhilata Navîn di nav aloziyên siyasî û leşerkî yên mezin de ye û bi nêzîkbûna bidawîbûna sedsaliya Peymana Lozanê, ev alozî girêktir bû.

Misewec El-Mihemed anî ziman ku her dewletek hewl dide miqdara herî zêde ya hegemonî û berjewendiyan bi dest bixe. Ji ber ku ev yek dê cihê wê di sedsala nû de diyar bike.

El-Mihemed destnîşan kir ku sedema zêdebûna êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê ew e ku Erdogan nekarî erêkirina ji bo destxistina dengê kurdan di hilbijartnên serokatî yên bê de bidest bixîne û wiha domand: “Her wisa şerê Ukrayna-Rûsya yê ku di encama wê de gaz ji ser piranî dewletên Ewropayê qut bû, ji ber vê yekê jî dewletên NATO'ê berê xwe da Başûr ku Herêmên Parastina yên Medyayê  da bi rêya dewleta Tirk dagir bikin û gazê bi rêya wan herêman bigihînin Ewropayê. Her wiha dixwaze Başûrê Kurdistanê kontrol bike da ku para xwe ji sedsala bê bibe.”

El-Mihemed îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye hewl dide balê li ser serkeftinên HPG'ê yên di şerê li dijî wê de dûr bixe û wiha domand: ''Serkeftinên gerîla yên li Herêmên Parastina yên Medyayê ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çavkaniya hêza manewî û baweriyê ye. Ji ber ku ew kaniya projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e ku li herêmên Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê belav bûye. Lê dewleta Tirk dixwaze wê ziwa bike.”

Her wiha El-Mihemed diyar kir ku serkeftinên gerîla ji bo çar perçeyên Kurdistanê ye û wiha pê de çû: “Her wiha projeya neteweya demokratîk a ku li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ava bûye li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji beriya 10 salan ve pêk tê. Serkeftina projeya biratiya gelan li Rojava tê wetayê serkeftina gerîla û rêber Abdullah Ocalan.”

El-Mihemed daxuyaniyên hikumeta Iraqê û çavdêrên siyasî yên Iraq û cîhana erebî  û rastiya berxwedana gerîla ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk ku hewl dide Mîsaqî Milî li Sûriye û Iraq pêk bîne, bi hev ve girêda û got: "Piştî êrişên dewleta Tirk ên li dijî seyrangeha Zaxoyê, hikumeta Iraq û kesayetên siyasî yên bi bandor ên Iraqê û gelê Iraqê daxuyaniyên bi hêz dan û xwestin ku hêzên Tirkiyê ji Iraqê derkevin."

Endamê Yekitiya Rewşenbîr û Nivîskaran Siûd Meiş diyar kir ku berxwedana HPG'ê li çiyayên Kurdistanê  dîrokî ye û serkeftinên gerîla, ji bo kurdan li tevahî cîhanê serkeftinek e. Her wiha daxuyand ku serkeftinên gerîla bi dest dixin, binketina dewleta Tirk e û serkeftina kurdan e.

Meiş wiha pê de çû: ''Serkeftina gerîla li hember Tirkiyê bi awayekî mezin bandorê li herêmê û Rojhilata Navîn dike ji ber girêdanên fikirê demokratîk û biratiya gelan a ku cîhan lê digere.''

Meiş destnîşan kir ku dewleta Tirk şerê fikirê demokratîk dike ku gerîla ji bo wê şer dike û gelên cîhanê bi tevahî rêbazan hewl didin wê bi dest bixin û got, dewleta Tirk hewl dide bi rêya êrişên xwe yên bi çekên pêşketî û qedexekirî wan tengav bike.

Siûd Meiş behsa asta bandora berxwedan û serkeftinên gerîla li Herêmên Parastina yên Medyayê kir û got bi saya serkeftinên gerîla, Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) li Rojava karî çeteyên DAIŞ'ê têk bibin û cîhanê ji fikirê tundraw xilas bike.

(dm)

ANHA


Mijarên Din