‘Serkeftinên QSD`ê dewletên dijdemokrasiyê ditirsîne‘

Endamê Desteya Siyasî ya MSD`ê Hesen Mihemed Elî got, serkeftinên QSD`ê hevsengiyên li herêmê guhertin û ji serkeftinên leşkerî ber bi serkeftinên siyasî ve bir.

Li bajarokê Mehmûdelî  yê gundewarê bakurê herêma Tebqayê bi armanca şîrovekirina geşedanên dawî civîneke girseyî hate lidarxistin. Di civînê de endamê  Desteya Siyasî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî geşedanên dawî nirxandin.

Îran û Tirkiyê aloziyên xwe yên hundirîn derbasî derve kirin

Mihemed Elî destpêka axaftina xwe de rola neyinî ya Tirkiyê destnîşan kir û got: "Rejîma Tirkiyê di bin navê islama siyasî de xetek nebaş ji bo rewakirina mudexeleya xwe di herêmên ereban de xêz kir û xwe wekî parêzvanê yekemîn a islamê nîşan dide. Ev cihê gumanbariyê ye, gelo kê wan kir wekîl? Tirkiyê guhertinên siyasî li Rojhilata Navîn di mudexeleyên xwe de bikar anî da ku imperetoriya Osmanî ya nû pêk bîne. Lê ew di pêkanîna wê xewna de têk çû. Ji ber wê berê xwe da hizira avakirina dewleta netewperestî li gorî Mîsaka Millî bi sînorên xwe ji Musilê heya Helebê."

Analzkirina rewşê bi awayekî rast, sirra serkeftinê ye

Mihemed Elî di nav gotinên xwe de pêwîstiya têghiştina rastiya rewşa heyî ji bo pêkanîna serkeftinê tekez kir û got: "Planên osmanî herêmê dikin hedef. Ji ber wê divê em rewşa em tê de ne, baş nas bikin û em wê baş analîz bikin, beriya ku em bikevin xafka ku ji me re danîne. Di destpêkê de nexwestin ku bi awayekî yekser mudexeleya herêmê bikin û çeteyên artêşa azad, Cebhet El-Nusra û heta bighêje DAIŞ`ê bi kar anîn. Koka tevahiya komên ku tevlihevî li herêmê çêkirin û berhemên wê talan kirin vedigere dewleta Tirkiyê."

QSD`ê bi serkeftinên xwe hefsengî guhert

Mihemed Elî di berdewama axaftinên xwe de bal kişand ku bi saya keda QSD`ê ya ji cîhanê re isbat kir ku ew parêzvanê tekane yê herêmê helwest û hevsengiyên navdewletî êdî têne guhertin û wiha domand: "Ji kobanê, Girê Spî, Minbic, Tebqa, Reqa, Dêrazor heya bighêje Baxozê bayên QSD`ê li hember planên osmanî ya ku hewl da bi rêya çeteyên xwe wê tune bike sekinîn. Dema vîna gel a xurt li hember QSD`ê û piştgiriya wan hêzên xwe diyar bû, Tirkiyê berê xwe da karûbarên xwe yên hundirîn û herêmên ku dagir kirine û dest bi afirandina tevliheviyê kir.  Lê îro ew tevlihevî ji kontrola wê derket."

Aramiya herêmên me ji pergalên Tirkî û Sûriyê  bûye cewhera tirsê

Mihemed Elî di dawiyê de balkişand ser guhertinên ku êdî tirsê li cem pergalên dijberî projeya herêmê ava dike kir û got: "Îro em gihaştin pêvajoyeke nû ji serkeftinê. Serkeftinên me yên leşkerî di qadên navdewletî de veguherîn serkeftinên siyasî. Ev jî di kûrahiya dewletên ku şerê demokrasiyê dikin de tirsek rastîn ava kir, mîna dewleta Tirkiyê û Rejîma Sûriyê. Ev tişt jî di şerên QSD`ê de li Baxozê dema dewleta Tirk ji sînorên bakur û Rejîma Sûriyê ji aliyê başûr ve êrîş kirin di hewldanekê de ji bo ku ewlehiya herêmên me bihejînin  û ji bo ku ji civaka navdewletî re nîşan bidin ku em di rêveberiya û parastina destkeftiyên xwe de têk çûne."

(şx)

ANHA


Mijarên Din