Serlêdana malbatan a çûna Îmraliyê hate redkirin

Duh malbata Ocalan û 3 girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabû. Serlêdana malbatan hate redkirin.

Duh malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi armanca bi xizmên xwe yên li Îmraliyê re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da. Serlêdana malbatan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hate redkirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û vasîsê Ocalan Mazlum Dinç ji bo hevdîtinê bikin duh serî li serdozgeriyê dabû. Her wiha birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emin Konar û xwişka Veysi Aktaş Sabiha Aslan jî bi heman armancê serî li serdozgeriyê dabû.

Serlêdana hevdîtinê ya malbatên her sê girtiyên din jî hate redkirin.

Dozgeriyê biryara dadgehê ya 22’yê Nîsanê wek hincet nîşan da û serlêdan red kir.

Omer Hayrî Konar û Veysi Aktaş ku di 15'ê Adara 2015'an de wek sekreterya çûn Îmraliyê û Hamîlî Yildirim jî di 15'ê Tîrmeha 2015'an de çû Îmraliyê, cara ewil di 5'ê Hezîrana 2019'an de hevdîtin kirin.


Mijarên Din