Serlêdana malbatan dîsa hate redkirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xizmên 3 girtinên li Girtîgeha Îmraliyê, ji bo ku biçin Îmraliyê, serî li serdozgeriyê da, lê serdozgeriyê bi lez bersiv da û daxwaza malbatan red kir.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasîyê wî Mazlum Dînç, ji bo hevdîtina bi Ocalan re ku di hucreyê de tê girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da. Serdozgeriyê bi lez bersiv da malbata Ocalan û daxwaza hevditinê red kir.

Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan jî bi armanca bi xizmên xwe re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabû. Serdozgeriyê daxwaza malbatan jî bi lez û bez red kir.

Serdozgeriyê bi hinceta "hejmara 5275" û “Sînordarkirina mafê hikumxwaran" daxwaza malbatan red kir. Malbatên girtiyên li Îmraliyê herî dawî di 5’ê Hezîranê de çûbûn hevdîtinê.


Mijarên Din