Serlêdana malbatan hat redkirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xizmên 3 girtinên li Girtîgeha Îmraliyê, bi armanca biçin Girava Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevditin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozger serlêdana malatan red kir.

Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç, duh ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîge Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtin bikin serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serdozgeriya Bûrsayê, serlêdan red kir. 

 Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û Xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan jî, bi armanca bi xizmên xwe re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê daxwaza wan jî red kir.


Mijarên Din