Serlêdana malbatan hate redkirin

Serlêdana malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ya ji bo hevdîtinê hat redkirin.

Ji malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, birayê wî Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê pêk bînin, roja duşemê serî li Serdozgeriya Komarê ya Îmraliyê dabû. Serdozgeriyê serlêdan red kir. Malbatên girtiyên li gel Ocalan, Hamîlî Yildirim, Ome Hayrî Konar û Vesyî Aktaş jî serlêdan kiribû û serlêdana wan jî ji aliyê serdozgeriyê ve hat redkirin.

Malbatan piştî 15’ê tîrmeha 2015’an herî dawî di 5’ê hezîrana 2019’an de li Îmraliyê hevdîtina cejnê pêk anîbûn.

 


Mijarên Din