Serlêdana parêzerên Ocalan careke din hate redkirin

Serlêdana parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.

Parêzerên rêbe Abdullah Ocalan Rezan Sarisac, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez a roja Înê ji bo dîtina mûwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.

Serlêdana dozgeriyê ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya 2’emîn a Bûrsayê bi hinceta biryara qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan a 23’yê Îlonê ji bo Ocalan û sê girtiyên din hatibûn dayîn, hate nîşandna û serlêdana hevdîtinê red kir.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê  23’yê Îlonê li hember Ocalan bi hinceta ‘Nexşerêya’ ku li gel parêznameyên xwe ya sala 2009’an ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê şandibû ji bo 6 mehan qedexeya hevdîtinê hatibû danîn.


Mijarên Din