Şermezarkirina komkujiya Til Rifatê berdewam e

Çalakiyên şermezarkirina komkujiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li navçeya Til Rifatê didomin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şêweyekî hovane komkujiyek bi mafên şêniyên Efrînê yên ji warên xwe neçarî koçberiya li navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê bûne, pêk anî, di encamê de 10 sivîl ji nav 8 zarok in şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn.

QAMIŞLO

Der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de bi giştî û jê jî sûca hovane ya ku li navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê bi taybet pêk aniye, îro meclisên kantona Qamişlo daxuyanî ji raya giştî re parve kirin. Daxuyanî  li pêş Çarxeriya Şehîd Rûbar a li taxa Rojava bi beşdariya bi dehan ji endamên navendê û saziyên sivîl hate dayîn.

Daxuyanî ji hêla endama Meclisa navçeyê ya Qamişlo(Rojava) Xufran Kewkeb ve hat xwendin.

"Duh, 2’yê Kanûna 2019’an de, dewleta Tirk a faşîst dîsa komkujî li bajarokê Til Rifatê yê Sûriyê bi mafên şêniyên ku ji ber alava terorê ya Tirkiyê ji herêma Efrînê di 20.01.2018’an de û di 18.03.2018’an de koç bûne, pêk anî. Bi wê re jî dewleta Tirk a dagirker careke din dijminatiya xwe ya dagirkirinê û geşkirina cihê xwe yê yekane di asta terora navdewletî û cîhanî de, sepand. Bi wê re jî naveroka ragihandina cîhanî ya mafên mirovan a 1948’an a têkbirina aştî û ewlehiya navdewletî ya ku ji mîsaqa NY’yê derketiye, bin pê kir. Her wiha xwediyên mafan têk bir, bi taybet zarok, jin û kêmnetewe. Ev jî dibe binpêkirina tevahî qanûn û mîsaqên navdewletî ya mafên mirovan ligel bêdendiya navdewletî ya bê hincet.

Ev binpêkirin jî ji Cerablus, Bab, Raî, Marî, heta bi Efrînê û li dawiyê jî Girê Spî û Serêkaniyê pêk tên. Ev tevahî bi hedefa guhartina demografiya herêmê û rêzesûcên bi nûnertiya kuştina bimebest, îşkence, wêrankirina milkên taybet û giştî, dizîn, revandin û hedefgirtina sivîl, jînegeh, deverên perestgeh, perwerde, dîrokî, tenduristî, pêk tên. Her wiha jî bi armanca dizîna organên mirovî û bazirganî û tecawîzkirinê jî pêk tên."

DÊRİK

Bi dehan endamên saziyên civaka sivîl û meclisa navçeya Dêrikê li pêş meclisa navçeyê kom bûn û her wiha bi sedan koçberên Serêkaniyê li kampa Newerozê jî kom bûn ku komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Til Rifatê pêk aniyê, şermezar bikin.

Di daxuyaniyan, hedefgirtina dewleta Tirk û çeteyên wê ya sivîlan û pêkanîna komkujî di derheqê wan de, şermezar kir. Her wiha hate gotin "Sûca ku dewleta Tirk pêk aniye, dikeve nava sûcên şer ên ku dewleta Tirk bi mafên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tîne. Herêma ewle ya dewleta Tirk bi hicetên dereve îdîa dike, tu bingeha wê ji rastiyê tune ye. Dixwaze herêma ku îdîa dike ava bike ku dagirkerî û guhratina demografiya herêmê pêk bîne. Ew jî bi rêya bicihkirina koçberan ji herêmên dîtir û derxistina şêniyên resen ji herêmên wan di bin bihcet û bihaneyên cur bi cur de."

Li dawiyê di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku hedef ji van komkujiyan, tirsandina şêniyan da ku wan ji herêmê koç bike û guhartina demografî pêk bîne."

TİL BİRAK

Meclisa navçeya Til Birakê û Meclisên Şaredariyan û saziyên sivîl, daxuyaniyek weşand ku şêniyên navçeya Til Birak pişrast kir ku komkujiya li Til Rifatê pêk hatiyeû berdewama sûcên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Daxuyanî ji hêla hevseroka Meclisa navçeya Til Birak Sara Behlewî ve hat xwendin û wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker duh danê nîvro şêniyên koçber ên Efrînê hedef girtin û komkujiyeke hovane ya nû bi mafên wan de pêk anî. Komkujî li navçeya Til Rifatê pêk hat û di encamê de 10 şehîd piranî jî zarok şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn.

Ev komkujiya li Til Rifatê, berdewama kiryarên dewleta Tirk ya ku hê jî sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne ye. Ev komkujî, sûcê şer ê hovane bi mafên zarok û bi mafên şêniyên neçarî koçberiyê bûne ye. Ew jî bi armanca qirkirina etnîkê bi mafên koçberên li Til Rifatê yên li Şehbayê ye û dikeve nava rêzesûcên şer û qirkirina komî ku dewleta Tirk bi mafên herêmên Bakurê Sûriyê de pêk tîne. Em li navçeya Til Birakê, vê sûca ku bi mafên şêniyên li Til Rifatê de pêk hatiye şermezar dikin. Di heman demê de jî bang li Rûsya, DYA’yê, YE’yê, saziyên hiqûqî yên navdewletî û tevahî hêzên aktîv dikin ku qanûna cîhanê aktîv bikin ku destwerdana lezgîn bikin rejîma Tirkiyê der barê zêdekirina komkujiyên bi mafên gelê me de rawestînin."

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din