Serokê Etiyopyayê gihîşt Sûdanê

Serokê Etiyopyayê Abî Ehmed bi armanca navbeynkariya Meclisa Leşkerî ya Sûdanê û nûnerên xwepêşandanên li Sûdanê çû Xertûmê.

Serokê Etiyopyayê Abî Ehmed îro gihîşt Sûdanê da ku Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê û nûnerên tevgera xwepêşandanan li hev bîne.

AFP`ê ji balafirgeha Xertûmê diyar kir ku Ehmed gihîşt balafirgehê û bi fermandarên Meclisa Leşkerî re dê civînekê li dar bixe, paşê jî bi nûnerên xwepêşandaran re bicive.

(bx)


Mijarên Din