Serokê hikumeta Lubnanê bang lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê yên pêşwext kir

Serokê hikumeta Lubanê Hesan Diyab wiha got: "Tu kon li ser serê kesî tune ye, tevahî berpisê karesatê ne, divê bên lêpirsînkirin. Her wiha ne pêkan e ji bilî lidarxistina hilbijartinên pêşwest ên parlamentoyê ji vê krîzê derkevin."

Di axaftina zindî ji seraya hikumetê de Diyab wiha pirs kir: "Gelo çawa ev depoya xeternak bê tedbîr dimîne, her wiha ne xerîb e ku meclisa parastinê ya bilind ji salan ve behsa mijarê nekiriye? Gelo kî sûdwar e?

Diyab piştrast kir ku dê lêpirsîn dirêj neke û dê rastî bên eşkerekirin, tedbîrên ku tên giritn cidîbûna lêpirsînê nîşan didin. Hikumetê daxwazên şoreşê di bin çav re derbas kirin û berpirsyariyê radike. Ew  hemû dizanin ku welat li ber hilweşînê ye. Di dema niha de tenê hilbijartinên parlamentoyê yên pêşwext  dikarin aloziyê bi dawî bikin."

Diyab ragihand ku dê duşemê projeyeke qanûnê ya pêkanîna hilbijartinên pêşwext ji hikumetê re bê pêşkêşkirin û got: "Ez berpirsyariyê radikim ku dê di 2 mehan de li ser çareserkirina aloziyê li hev bikin."

Diyab dibîne ku keraset mezin e û pêdiviya wan bi rewşeke awarte ya agirêdayî çarenûs û pêşeroja welêt heye. Her wiha bang li aliyên siyasî kir ku ji bo qonaxa bê li hev bikin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din