Serokê hikumeta Lubnanê istîfa kir

Wezîrên lubnanî piştrast kirin ku serokê hikumeta Lubnanê Hesan Diyab istîfa kir.

Wezîrê Tenduristiyê Hemed Hesen piştî derketina ji rûniştina hikumetê ragihand ku Hesan Diyab ji hikumetê istîfa kir, her wiha bal kişand  ku gel kesên sûcê teqîna peravê pêk anîne dinasin.

Hemed Hesen wiha domand: "Istîfakirin ne reva ji berpirsiyartiyê ye."

Çavkaniyan gotin serokê hikumeta Lubnanê Hesan Diyab, serokkomar Mîşêl Uwn bi rêya telefûnê agahdar kir ku istîfa kiriye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din