Serokê Koma Xebatê ya Kurdî ya Afrîkaya Başûr: Divê her kes zextê li dewleta Tirk bike

Serokê Koma Xebatê ya Kurdî ya Afrîkaya Başûr Mahmoud Patel destnîşan kir ku wan çawa ji bo azadiya xwe û Nelson Mandela têkoşîn kiriye, dê ji bo azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan jî bikin û got “Rewşa birêz Ocalan ji ya Mandela xirabtir e, divê her kes ji bo serbestberdana Ocalan tev bigere û zextê li dewleta Tirk bike.”

Li dijî tecrîda girankirî ya Îmraliyê li Ewropa, Tirkiye û çar parçeyên Kurdistanê çalakî tên lidarxistin. Li Afrîkaya Başûr jî Koma Xebatê ya Kurdî ya Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Afrîkaya Başûr (COSATU) bi daxuyaniyeke hevpar bi navê "Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyê, azadî ji bo Abdullah Ocalan" kampanyayek da destpêkirin.

Der barê vê çalakiyê de serokê KHRAG’ê Mahmoud Patel ji ANHA’yê re axivî. Mahmoud Patel destnîşan kir ku dê bi rêya NY, mekanîzma û welatên endam bi awayekî yekser zextê li dewleta Tirk bikin ku ew jî ji endamên damezirîner ên NY`yê ye, da ku ji bo pêkanîna aştî û edaletê li Tirkiyê û herêmê, rêber Abdullah Ocalan serbest berde.

‘BI AWAYEKÎ YEKSER ZEXTÊ LI DEWLETA TIRK BIKIN’

Patel der barê armanca pêngavên xwe de anî ziman ku di serî de serbestberdana rêber Abdullah Ocalan esas digirin û got: “Ev pêngav bi hevkariya bi Koma Xebatê ya Kurdî ya Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Afrîkaya Başûr (COSATU) ji bo sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) hate ragihandin da ku mijara berdana birêz Abdullah Ocalan bixin lîsteya xebatên NY`yê. Em ê bi rêya NY, mekanîzma û welatên endam bi awayekî yekser zextê li Tirkiyê bikin ku ew jî ji endamên damezirîner ên NY`yê ye, da ku ji bo pêkanîna aştî û edaletê li Tirkiyê û herêmê, birêz Abdullah Ocalan serbest berde.

Girîng e ku em aliyên navneteweyî ji bo serbestberdana birêz Abdullah Ocalan bixin nava tevgerê. Em niha derbasî qonaxekê dibin ku dijminahiya dewleta Tirk û emperyalîzm li dijî gelê Kurd heye, ew siyasetên xwe yên dijminahiyê li Afrîka û li seranserê herêmê îsbat dike.”

TÊKOŞÎNA SERBESTBERDANA OCALAN BERPIRSYARIYA ME YA EXLAQÎ YE’

Piştî rêber Abdullah Ocalan bi komployekê re hat girtin, “Welcome Committee” veguherî Koma Xebatê ya Kurd a Afrîakaya Başûr (KHRAG) da ku binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî gelê Kurd li Tirkiyê û mercên ku rêber Ocalan tê de tê ragirtin, bişopînin. Der barê vê komîteyê de Patel dibejê: “Em li Afrîkaya Başûr ji bo misogerkirina berdana birêz Abdullah Ocalan wekî Nelson Mandela, em ê berpirsyarên xwe yên exlaqî û siyasî pêk bînin. Her wiha da ku em rûmeta mirovî, azadiyên sereke û mafên mirovan ên sereke di her civakeke demokratîk de ji gelê Kurd re misoger bikin. Têkoşîna gelê Kurd a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û têkoşîna gelê Afrîkayê ya diyarkirina çarenûsa xwe û şerê xwe yê ji bo bidawîkirina koletiyê û pêkanîna demokrasiyê, pir dişibin hev.”

‘ARMANC Û BERXWEDANA HER DU GELAN DIŞIBIN HEV’

Patel destnîşan kir ku gelê Afrîkayê û gelê Kurd li welatên xwe ji azadiyên sereke û mafên mirovan ên sereke hatin mehrûmkirin û got: “Her du gelan bi rêbazên aştiyane daxwaza mafên xwe kir lê sîstemên desthilatdar ew ji rêxistinên wan ên rewa û serokên rewa mehrûm kirin. Gelê Afrîkaya Başûr ê bindest bi rêya African National Congress (ANC) û Pan Africanist Congress of Azania (PAC) û gelê Kurd jî bi rêya PKK`ê ji bo rizgariya xwe dest bi şerê çekdarî kir. Îstixbarata Amerîkayê îxanet li Nelson Mandela kir, îstixbaratên Brîtanya, Amerîka û Îsraîlê jî îxanet li birêz Abdullah Ocalan kir.

‘REWŞA OCALAN JI YA MANDELLA GIRANTIR E’

Mandela û Ocalan her du bi îxanetê hatin tawanbarkirin û cezayê girtîgehê yê muebbed li wan hate birîn, her du jî di girtîgehên li giravan de hatin girtin. Mandela li girtîgeha Robben û Ocalan li girtîgeha Îmraliyê. Her duyan ji bo bidawîkirina şer bi rêbazên aştiyane û siyasî, ji girtîgehan bi sîstemên li welêt re dan û standin pêk anîn. Mandela piştî 27 salan hate berdan û berê gelê xwe da azadî û demokrasiyê. Têkildarî doza Ocalan jî, piştî 20 salan hîna di girtîgehê de tê ragirtin û rewşa wî ji rewşa Mandela xirabtir e.”

Têkildarî tecrîda sîstematîk a dewleta Tirk ku li Îmrali pêk tîne, Patel got: “Ev bersivdayîna dewletê ye ku mafên mirovan û demokrasiyê nas nake û rêzê li hemberî qanûnên navneteweyî nagire. Tevî ku Tirkiye yek ji endamên damezirîner ên NY`yê ye jî, lê belê ew bi xwe biryar û rêgezên navneteweyî yên NY`yê pêk nayne. Binpêkirineke din heye ku dewleta Tirk dike, ew jî hewldana wê ya endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) ye. Lê belê ew raporên CPT`yê yên li ser binpêkirina mafên mirovan li girtîgeha Îmraliyê û raporên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ên li ser binpêkirinên li dijî birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê û girtiyên siyasî, qebûl nake. Nepêkanîna zextê ji aliyê NY, YE û endamên wê, DYA, Brîtanya û NATO`yê ve, li ser Tirkiyê da ku rêzê ji mafên mirovan û qanûnên navneteweyî re bigire, dihêle ku Tirkiye binpêkirinên mafên mirovan li dijî welatiyên xwe yên Kurd, wekî girtiyên siyasî û gelê Kurd, li herêmê dewam bike.”

‘DIVÊ HEMÛ CUREYÊN ÇALAKIYAN BERDEWAM BIKIN’

Patel diyar kir ku bi her cure çalakiyan ji bo hesabxwestina ji sûcên qirkirina komî û sûcên dermirovî yên dewleta Tirk, kampanya ‘Azadî ji bo Ocalan’, zexta li ser hikumetan û rêxistinên herêmî û navneteweyî divê berdewam bikin û wiha got: “Piştigiriya navneteweyî di vê têkoşînê de girîng e. Li Afrîkaya Başûr, piştgiriya navneteweyî, kampanyaya “Azadî ji bo Mandela”, zexta li ser hikumetan û rêxistinên herêmî û navneteweyî, hemleyên grevên birçîbûnê û hemleyên boykotkirinê (aborî, werzîşê, çandî) di têkoşînê de, bi wan çalakiyan em ber bi azadiya siyasî ve çûn û mafên me hatin misogerkirin. Em bang li sekreterê NY`yê dikin ku peywira xwe wek sekreterê NY`yê bi kar bîne û bi awayekî yekser ji bo serbestberdana birêz Abdullah Ocalan bikeve nava hewldanan.”

ANHA


Mijarên Din