Serokê Komkara Erebî: Êrîşa Tirkiyê dagirkirin e

Sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Geit êrîşa Tirkiyê yên li ser Sûriyê bi "Êrîşa li ser ewlehiya neteweyî ya erebî" wesifand. Ebû El-Geit banga rawestandina êrîşê û vekişîna Tirkiyê ji Sûriyê kir.

Wezîrên karên derve yên welatên erebî li ser banga Misrê bi mijara êrîşên Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li avahiya Komkara Erebî ya li Qahîreyê civîn.

Sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Geit got divê Tirkiyê êrîşên xwe li ser Sûriyê rawestîne û hêzên xwe ji herêmê vekişîne. Ebû El-Geit berpirsyariya encamên êrîşan  ên mirovî girt ser Tirkiyê û wiha domand " Êrîşa leşkerî ya Tirkiyê ya li  ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkirina axa dewletek erebî ye û li dijî serdestiya wê ye."

Ebû El-Geit, her wiha got, êrîşa Tikriyê bi çi hincetî dibe bila bibe binpêkirin û dagirkirineke hovane li ser dewletek erebî ye û banga diyarkirina helwestek navdewletî li hember êrîşa Tikriyê.

Ebû El-Geit destnîşan kir ku ruxmî rawestandina endamtiya Sûriyê di Komkara Erebî de lê ew endamek damezirîner di vê rêxistinê de ye û dê dewletek erebî bimîne û ewlehiya wê beşek ji ewlehiya erebî ye, êrîşa bi vî şiklî li ser yekitiya axa Sûriyê ewlehiya neteweyî ya erebî bi giştî tehdîd dike.

 (şx)


Mijarên Din