Serokê Meclisa Leşkerî ya Sûdanê îro dê bi opozîsyonê re bicive

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku serokê Meclisa Leşkerî ya nû ya Sûdanê Abidfetah Burhan îro dê bi hejmareke ji partî û hêzên opozîsyonê re bicive.

Skynewsê ragihand ku serokê Meclisa Leşkerî ya nû ya Sûdanê Ebidfetah Burhan piştî 24 saetan ku wek serokê meclisê hat erkdarkirin, dê bi hejmareke ji hêzên opozîsyonê re bicive.

Her wiha diyar kir ku Burhan dê bi partiyên neteweyî, komunîst, kongreya Sûdanî, Nasirî û Baasê re bicive. Skynewsê destnîşan kir ku armanca vê civînê ji bo nîqaşkirina avakirina hikumeta pêş e.

Ev yek piştî kombûna pîşesazên Sûdanê îro ragihand ku wan li pêşiya navenda hêzên artêşê li Xertûmê dest bi xwepêşandanê kir û xwepêşandana wan bi dawî nabe heta ku hemû rûyên sîstema heyî biçin û serweriya hikumetê radestî hikumeteke sivîl were kirin.

(bx)


Mijarên Din