​​​​​​​‘Serokê MÎT‘ê serdana Lîbyayê kir, Enqere hêzên taybet şandin Terablusê‘

Hate ragihandina ku serokê MÎT‘ê Hakan Fîdan û berpirsên erkên derve yên îstîxbarata Tirkiyê beriya hefteyekê serdana Lîbyayê kiribûn.

Çavkaniyan ji malpera nûçeyan a Al-Arabia re diyar kirin ku Fîdan bi xwe pêşketinên meydanî yên li Lîbyayê dişopîne û gotin, Enqere komek ji hêzên tabyet şandin Terablusê, kom beriya 10 rojan gihaşte wir.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku hejmarek leşkerên hêzên asîmanî yên Tirkiyê li Lîbyayê birîndar bûn û rakirin Tirkiyê, di nav de rewşên xeter hene.

Piştî gelek çeteyên Sûriyê fermana rejîma Tirk a çûyîna Lîbyayê red kir, rejîma Tirk bi rêbazên gef û tirsandinê wan neçar dike ku biçin Lîbyayê da ku li rex hikûmeta Wîfaqê şerê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter bikin.

 


Mijarên Din