​​​​​​​Serokê parlamentoya Iraqê îstîfa kir

Serokê parlamentoya Iraqê Helbûsî ji peywira xwe îstîfa kir. Piştî xwepêşandanên 29’ê Tebaxê dê cara ewilî parlamento bicive.

Serokê parlamentoya Iraqê Mûhammed Helbûsî ku 2 serdeman li ser hev serokatiya parlamentoyê kiribû, ragihand ku wî ji peywira xwe îstîfa kiriye.

Parlamentoya Iraqê piştî xwepêşandanên 29’ê Tebaxê dê cara ewil roja çarşemê kom bibe û îstîfaya Helbûsî bidin ber dengdanê. Helbûsî di hevsengên siyasî de xwedî roleke girîng e.

Li Iraqê aloziyeke siyasî heye. Parlemento herî dawî di 23’yê Tîrmehê de kom bûbû. Çend roj şûnde alîgirên Mukteda Sedr parlamento dagir kiribû û bi qasî mehekê li hewşa parlamentoyê rûniştibûn.

Di dawiya meha Tebaxê de jî di navbera alîgirên Sedr û milîsên Heşdî Şabî yên alîgirên Îranê de şer çêbûbû. Di van şeran de nêzî 30 alîgirên Sedr hatibûn kuştin.

Li gorî pisporên siyasî Helbûsî naxwaze îstîfa bike û tê diyarkirin armanca Helbûsî ev e ku piştgiriya ku ji bo wî tê dayîn piştrast û eşkere bike anku dixwaze bawerî û piştgiriya ji bo xwe nû bike.


Mijarên Din