Serokê parlamentoya Lîbyayê: Bila dewletên erebî li dijî destwerdana Tirkiyê bi erka xwe rabin

Serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih îro bang li dewletên Ereban kir ku roleke aktîf bilîzin ku destwerdanên dewleta Tirk ên li welatê wî sînordar bikin û her wiha Erdogan bi vejandina zilma Osmaniyan li Lîbyayê tawanbar kir.

Eqîle Salim li pêş Parlamentoya Erebî li Qahîreyê wiha got: "Peymana dewleta Tirk a bi El-Sîrac re, bi hedefa piştgiriya milîsên çekdar û temamkirina talankirina dewlemendiyên Lîbyayê ye."

Eqîle Salih wiha lê zêde kir: "Berdewama civaka navdewletî ya îtîrafa bi meclisa siyasî, nakeve xizmeta gelê Lîbyayê. Civaka navdewletî li Terablusê, meclisa serokatiyê erkdar kir ku maf da dewleta Tirkiyê ya destwerdana li Lîbyayê."

Têkildarî mijarê Salih wiha da zanîn: "Dema meclisa serokatiyê ya Terablusê, ji zû de bi dawî bûye."

Serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih wiha pirs kir: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser kîjan mîrateyê ya li Lîbyayê diaxive?” û bi vejandina mîraseya zilma Osmanî li Lîbyayê tawanbar kir.

Di axaftina xwe de Eqîle Salih wiha piştrast kir: "Milîsên terorîst serwerî li ser rûbereke mezin a Terablusê dikin û dê artêşa Lîbyayê jî erka xwe ya rizgarkirina paytexta Lîbyayê temam bike û her wiha meclisa serokatiyê ya bi demborî bi nav kiriye, xwe diavêje nav lepên milîsan."

Serokê parlamentoya Lîbyayê bal kişand ser ku hikumeta El-Wîfaq a bi serkêşiya Fayîz El-Sîrac bendên peymana siyasî pêk neanîn û tu mafên wî nîn e ku peymanên siyasî yên navdewletî îmze bike û her wiha bang li parlamentoya ereban kir ku îtîrafa bi meclisa serokatiyê bikişînin.

(fr)

 


Mijarên Din