Serokê rêxistineke navneteweyî: Tirkiye ji rewşên heyî derfetê digire

Serokê Rêxistina Belgerkirina Sûcên Komkujiyê yên li dijî Kurdan Mihemed Talabanî got “Dewleta Tirk lawazbûna rejîmên li Kurdistanê ji bo pêkanîna komkujî û sûcan derfet dibîne. Pêwîst e Kurd yekitiyê çêkin û hêzeke leşkerî, siyasî û aborî ava bikin ji bo li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Divê aliyên Kurd ji me re bibin alîkar da ku em sûcên Tirkiyê ji cîhanê re eşkere bikin.”

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe hewl dide dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê berfireh bike. Her wiha di van demên dawîn de gelek êriş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn û rojane êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Der barê armanca êrişên dewleta Tirk û bêdengiya raya giştî ya li hember êrişan de, serokê Rêxistina Belgerkirina Sûcên Komkujiyê yên li dijî Kurdan, Mihemed Şîraz Talabanî ji ANHA’yê re axivî.

‘TIRKIYE JI LAWAZIYA REJÎMAN DERFETÊ DIGIRE”

Dewleta Tirk a dagirker û kalikê wan Osmaniyan her tim hewl dane neteweyên din tune bikin.

Dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de êrişên xwe li tevahî parçeyên Kurdistanê bi hedefa qirkirina gelê Kurd û binxistina projeyên demokratîk zêde kirine. Di wan êrişan de artêş, hêza xwe ya leşkerî, balafir û bombeyên fosforî yên qedexekirî li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Raya giştî ya navneteweyî û cîhanê jî bê deng e. Dewleta Tirk vê bêdengiyê bi kar tîne.

Mihemed Şîraz Talabanî wiha got: "Dewleta Tirk ji lawaztiya rejîmên desthilat li Iraq, Sûriyê, alî û partiyên ajan derfet digre. Komên terorîst perwerde dike ji bo planên xwe yên qirêj pêk bîne. Dixwaze hemû parçeyên Kurdistanê dagir bike û tev li Tirkiyê bike. Her wıha hewl iıde planê di 2023’an de bi dawî bike."

Piştî derbasbûna 100 salî li ser peymana Sever û bidawîbûna wê, dewleta Tirk a dagirker hewl dide li nexşeya Mîsaqî Millî ya Osmanî ya ku parçeyên ji Kurdistanê tev li impratoriya Osmanî dikir, vegere.

Talabanî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiye nikare planên xwe pêk bîne, ji ber têkoşîn, berxwedan, lehengî û qehremantiya QSD’ê, PKK’ê, Pêşmerge û gelê Kurdistanê dê li hember êrişên Tirkiyê û berjewendiyên wê bisekine."

BÊDENGIYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Ruxmi tevahî sûcên Tirkiyê li dijî başûrê Kurdistanê, hê jî hikumeta herêmê bê deng e û tu helwestek nîşanî êrişên Tirkiyê yên ku hemû Kurdistanê dikin hedef, nade. Her wiha derbasbûna hêzên Tirkiyê yên taybet di dergeha Îbrahîm Xelîl a sînor re hêsan dike.

Talabanî diyar kir ku bêdengiya hikumeta herêmê li ser sûcên Tirkiyê û komkujiyên wê li dijî sivîlan bi hinceta şerkirina PKK’ê ew e ku şerkirina li ser desthilat, kevneşopiyên hikum û aboriya li Başûr e.

Talabanî got: “Dewleta Tirk a dagirker helwesta hikumeta başûrê Kurdistanê ya lawaz a li hember pêkanîna sûcên qirkirinê li dijî sivîlan derfet digire. Heta hikumeta herêmê hesabê şehîdan jî nake û tawîzên madî û maneweyî nade malbatên wan."

‘HÊZEKE LEŞKERÎ, SIYASÎ Û ABORÎ YA HEVBEŞ TÊ XWESTIN DA KU LI HEMBER DEWLETA TIRK A DAGIRKER BISEKINE‘

Gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê dixwazin hêzên siyasî bibin yek û dev ji nakokiyên îdyolojîk û fikrî berdin û tenê gun bidin yekitiya netewî ya gelê Kurd. Ji ber ku li hember dewleta Tirk a dagirker û pilanên Erdogan ku xak û bajarê Kurdistanê li hemû perçeyan bixe bin serweriya xwe û gelê kurd qir bike, bisekinin.

Her kes li her çar parçeyên Kurdistanê erê dikin ku sûc, kiryar û qirkinên komî ku ji aliyê artêşa Tirk ve pêk hatine. Gel banga lidarxistina kongreya netewî dikin.

Talabanî anî ziman ku ji bo li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin divê yekitiya niştîmanî pêk were û wiha got: “Divê Kurd di aliyê leşkerî, siyasî û aborî de bibin yek. Moralê gelê Kurd ji bo sekinandina li hember artêşa Tirk a dagirker bilind bikin. Kelûpelên Tirkiyê boykot bikin, berjewendiyên Tirkiyê li her derê tevlî hev bikin. Ji bo avakirina lêvegereke ku ji nûnerên ji her parçeyên Kurdistanê pêk tê pilan bikin û xebatên diplomatîk li derve ji bo destekdayîna doza Kurdî, zêde bikin.”

‘SÛCAN BELGE BIKIN Û PÊŞKÊŞÎ RAYA GIŞTÎ BIKIN’

Bord ê navnetewî sûcên qirkirina komî li dijî gelê kurd belge dike. Hemû sûcên ku li her çar parçeyên Kurdistanê tên kirin ji dadgehên navnetewî û cînayetan re pêşkêş dike.

Mihmed Talabanî axaftina xwe wiha domand: “Divê hêzên siyasî yên kurdî destekê bidin me weke Bord a navnetewî da ku em sûcên qirkirina komî li dijî gelê Kurd belge bikin û giliyê dewleta Tirk bikin. Da ku em sûcên wan ên li dijî Kurdan bigihînin dadgehên navnetewî û dadgeha mafên mirovan a Ewropayê û rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan."

Di dawiyê de Talabanî bang li gelê cîhanê û rêxistinên mirovî kir û got: “Destekê bidin gelê Kurd û têkoşîna wan a rawa ya ji bo mafê wan. Divê sûcdarên serbaz, leşker, serokên dewletan, siyasetmedaran, rêxistinên terorîst û sûcdarên ku komkujî bi rêya çekên qedexekirî, fisora spî û bombeyên gaza Sarin pêk anîne, bajarên Kurdistanê rûxandine û guhertina demografik çêdikin werin cezakirin. Qurbaniyên vê yekê dê di aliyê madî û manewî de werin xelatkirin û itîrafê bi mafên gelê Kurd bikin.”

ANHA


Mijarên Din