Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê: Tirkiye hebûna Kurd dike hedef

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rigar Qasim got: “Tirkiye ji berê ve û heta niha hebûna Kurd dike hedef. Tirkiye dewletek mêtînger e û dixwaze hegemoniya xwe ji bo pêkanîna Mîsaqa Milî fireh bike. Helwesta Rusya ji doza Kurd re ji dema Yekîtiya Soviyet ve neyînî ye.”

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr.Rizgar Qasim got: “Em dîroka Tirkan ji destpêka hatina wan ji Asya Navîn û bi cihbûna wan li herêmê dizanin. Dewleta Tirk ji destpêka hatina wê ji herêmê re, heya vê kêliyê û heta di pêşerojê de dev ji gefên xwe yên ku hebûna Kurd dikin hedef beranede. Wê dîrok, çanda wî bi çewsîne û demografiya ax û erdnîgariya wî biguhere. Pêwîste tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Ereb, Suryan, Ermen û Kurd bikevin ferqa vê rastiyê û li hermber vê dagirkeriya hov bi yekrêzî bisekinin. Ev êrîş ne tenê pêkhateyeke yan jî partiyeke diyar dike hedef mîna ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku xwe bi navê artêşa watanî bi nav dikin îdia dike,  tevahiya pêkhateyan dike hedef.”

Qasim teqez kir ku armancên Erdogan ji êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê  Sûriyê naskirî ne, di radeya yekemîn de tunekirina hebûna Kurd û pêkanîn timayên xwe yên dagirkerî li gorî Mîsaqa Milî armanc dike.

Dr.Rizgar Qasim behsa helwesta rejîma Sûriyê ji êrîşan kir û got: "Mixabin diyar e ku Rejîm ji tecrubeyên rejîmên cîhana erebî ji destpêka Bihara Erebî ve sûd negirtiye û hîna li gorî zihniyeta salên heftî û heştî difkire."

Qasim diyar kir ku rejîma Sûriyê nikarî zihniyeta xwe ya dûrxistin û înkarkirina gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyê yên din biguhere. Qasim balkişand ku ev rejîm Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek beşek ji serdestiya dewletê nahesbîne. Ev tişt di helwesta wê de li hember dagirkirina Efrînê û herêmên din diyar bû.

Derbarê helwesta Rusyayê Qasim got: "Berjewendiyên Rûsya bi dewleta Tirk re hene. Tirkiyê tawîzên mezin dan Rûsyayê. Rûsya jî hewl dide wê bikşîne aliyê xwe û ji NATO`yê dûr bixe da ku ji cihê wê yê jiyostratejîk li herêmê li hember rojava sûd bigire."

Di dawiyê de Dr.Rizgar Qasim destnîşan kir ku helwesta Rûsya ji dema Yekitiya Soviyet ve û heya îro ji doza kurd re neyînî bû ji ber Rûsya tenê li berjewendiyên xwe digere.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din