NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Serokê Tûnisê El-Bacî Qaîd El-Sebsî wefat kir

Serokatiya Tûnisê ragihand ku serok El-Bacî Qaîd El-Sebsî wefat kir.

Serokê Tûnisê El-Bacî Qaîd El-Sebsî duh di seatên derengiya êvarê ragkirin nexweşxaneya leşkerî, îro jî jiyana xwe ji dest da.

Kurê wî Hafiz Qaîd El-Sebsî berê ji AFP`ê re got serokê Tûnisê (93) di nexweşxaneya leşkerî de ye û rewşa wî ne baş e.

El-Sebsî kesayeteke nas li Tûnisê bû, piştî daxistina serokê berê Zên Abdîn Bin Elî sala 2011, ew serokê 4`an bû ku di dîroka komara Tûnisê bû ku ji 31`ê Kanûna 2014`an serokatî kiriye, her wiha duyemîn mezintirîn serok e piştî qirala Birêtaniya Elizabeth.

(jo)


Mijarên Din