Serokê Tûnisê wezîrê karên hundir ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kir

Serokê Tûnisê Qeys Saîd îro wezîrê karên hundir Hîşam Meşîşî ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kir da ku welêt ji aloziya aborî, tevliheviya siyasî derxe û bersiva xwestekên civakê pêk bîne.

Li gorî ajansa fermî ya Tûnisê ku Qeys Saîd pêşniyarên partiyên siyasî yên bi zêdetirî 10 navan ji bo serokatiya hikûmeta nû ku li şûna serokwezîrê Ilyas Fexfax ê istîfakirî, bigire paşguh kir û ji wan wezîrê pêşvebirin û fînansê yê berê Fadil Abdulkafî û wezîrê darayî yê berê Hekîm Bîn Hemûda.

Her wiha destûr serokê Tunisê neçar nake ku li gorî pêşniyarên partiyan biçe, lê dikare kesayetek guncaw ku serokatiya hikumet bike pêşniyar bike.

Tê zanîn ku li pêşiya serokwezîrê nû mehek heye ku hikûmetê ji parlamentoya partiya Nehda û ‘Qelbê Tunisê’ ku hejmareke mezin ji kursiyan girtine, ava bike. Lê heke di avakirina hikumet an jî baweriya parlamentoyê ji 109’an ji eslê 217’an girt, ji mafê serok Qeys Seîd e li gorî benda 89’an ji destûrê parlamentoyê hilweşîne û banga hilbijartinên nû bike.

(bx)


Mijarên Din