Serokê Ukraynayê yê nû parleman sekinand

Serokê Ukrayna yê nû Volodimîr Zelensky di axaftinekê de ragihand ku divê parleman ku xwedî helwesteke dijminane ye, were betalkirin ku ev yek jî amadekariyên hilbijartinên ku divê di Cotmehê de pêk bihatana, lê li benda dema diyarkirî nema. 

AFP diyar kir ku Zelensky li pêşiya nûner û şandeyên navdewletî yên li navenda parlemanê civiyane, tevî hemû gumanên der barê karîna wî ya zagonî ya der heqê vê biryara tund de lê "sekinandina parlemanê ragihandiye."

Serokê Ukraynayê yê nû Volodimîr Zelensky wiha got: "Erka me ew e em li Donbasê bigihîjin agirbestê. Ji ber ku herêm bi xaneyên komirê dewlemend e û nîvê wê ji aliyê kesên tundraw ve tê kontrolkirin."

(eh)

 

 


Mijarên Din