Serokerkanê Îsraîlê: Hizbullah dê careke din êriş bike

Serokerkanê Îsraîlê Aviv Kochavi got Hizbullaha Lubnanê dê careke din û demeke nêz de êrişî artêşa Îsraîlê bike.

Rojnameya Mearif a Îsraîlê ragihand ku Aviv Kochavi dema ku bi efserên payebilind re şêwir dikir, got ew amade ne bersiva kiryarên Hizbullahê bidin û ji bo pêşî li şer bigirin ew ê hemû hewldanên xwe bikin, lê ew ê nehêlin Hizbullah hîs bike ku ew qels in.

Saziya ewlehiyê ya Îsraîlê diyar kir ku Hizbullah dê bersiveke tund bide û têkildarî vê yekê artêşa Îsraîlê biryar da ku hêzên xwe yên li fermandariya herêma bakur xurt bike, nexasim hêzên bejahî yên taybet ên li ser sînorê Îsraîl-Lubanê belav bûne, ew ê çekên baş bide wan.

Çavkaniyên dezgehên ewlehiyê yên Îsraîlê duh destnîşan kiribû ku hîn jî li nêzî sînor alozî heye û îstixbarat diyar dike ku ew ê careke din Hizbullah êriş bike.

(eh)


Mijarên Din