Serokwezîrê Iraqê bang komên çekdar kir ku tev li hêzên Iraqê bibin

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebid El-Mihdî îro bang li hêzên çekdar kir di demek diyar de bargehên xwe bigirin û tev li hêzên Iraqê bibin.

Ebid El-Mihdî demek ji milîsên iraqî yên çekdar re diyar kir da ku bargehên xwe heta dawiya Tîrmehê bargehên xwe li tevahiya bajarên welêt bigirin.

Serokê hikumeta Iraqê got: "Divê baskên çekdar ên milîsan têkiliyên xwe bi partiyan re qut bikin û tev li hêzên Iraqî bibin."

Li gorî Reuters`ê belavoka serokwezîr, karê siyasî li ser wan komên çekdar qedexe dike.

Li gorî berpirsên wezareta derve ya Amerîkayê DYA`yê di Tîrmeha borî de dîplomasiyên amerîkî yên ne bingehîn ji Iraqê ji ber tehdîdekê ku yekser bi Îranê ve girêdayî bû, kişandin

Yek ji wan berpirsan di wê demê diyar kirk u ew tehdîd rastîn e û balkişand ser ku milîsên iraqî bi serkêşiya pesdarên îranê li dû wê tehdîdê ne.


Mijarên Din