Serokwezîrê Japonyayê dê ji bo navbeynkariya Washington û Tehranê serdana Îranê bike

Li gor berpisiyaran, ji 41 salan ve dê serokwezîrê Japonyayê serdana yekemîn a Tehranê bike da ku Tokyo navbeynkariyê di navbera Washington û Tehranê de pêk bîne.

Berpirsekî hikumetê ji ajansa AFP`ê re raber kir ku Tokyo hê jî xebata birêxistinkirina hevdîtinên serokwezîran didomîne. Lê çapemeniya herêmî îşaret pê kir ku dê Shinzo Abe bi murşidê bayebilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminey û serokkomar Hesen Rûhanî re hevdîtinê pêk bîne.

Ajansa Japonyayê "Kyodo" ragihand ku ev serdan ji 41 salan ve ya yekemîn e.

Li aliyekî din jî nakokî di navbera Îran û DYA’yê de ku girîntirîn hevalbendên Japonyayê ne, zêde dibin. Agahiyên heyî îşaret pê tê kirin ku Shinzo Abe pêşniyar kir ku navbeynkariyê di navbera her du dewletan de bi rêya diyalogên yekser bi rayedarên  Îranê re pêk bîne.

Serokê DYA’yê Donald Trump di serdana xwe ya li Tokyo ya dawiya Gulanê de ragihand ku hê jî der barê diyalogên bi Tehranê re vekiriye. Ev jî dixuye ku şewqa kesk daye plana Shinzo Abe.

Donlad Trump ji peymana nukleerê ku di navbera Îran û hêzên mezintirîn de sala 2015’an de hatiye mohrkirin vekişî û ceza lê birîn. Piştre şerê daxuyaniyan di navbera her du welatn de bilind bû. Vê jî bi xwe re metirsiya pêşketina leşkerî piştî şandina Washington keştiya balafiran, keştiya şer, sîstema roketên Patriot û topavêjên B52 a herêmê, çêkir.

(fr)


Mijarên Din