Serokwezîrê Japonyayê dê navbeynkariyê di navbera Washington û Tehranê de bike

Roja yekşemê, rojnameyeke Japonyayê ragihand ku serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe dê navbeynkariyê di navbera Tehran û Washingtonê de ku nakokî di navbera wan de di hefteyên dawîn de zêde bûne, bike. Ew jî ji bo metirsiya pêşketina leşkerî ye.

Rojnameya Mainichi Shimbun a Japonyayê îdia kir ku serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe dê diyalogan li Tehranê bi şêwirmendê payebilind Elî Xamaneyî  û serokkomar Hesen Rûhanî re pêk bîne.

Li gorî rojnameyê ji çavkaniyên hikumetê raber kiriye ku Şînzo Abe dê di 12-14’ê Hezîranê de bigihîje Îranê û bi her du serokan re hevdîtinê pêk bîne.

Li gorî rojnameyê, serokê DYA’yê Donlad Trump hefteya borî serdana Japoyayê kir û got ji diyalogên bi Tehranê re amade ye. Her wiha hat diyarkirin ku şewqa kesk e ji japonan re da ku wek navbeynkar bi îraniyan re tev bigerin.

Beriya serdana Trump, wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Tokyoyê di nîvê Gulana borî de kiriye. Di vê çarçoveyê de ajansa Enba ya Îranê bi bîr xist ku Zerîf wê demê lêkolîn li ser bergiriyên DYA’yê û nakokiyên ku derxistine, nîqaş kirin.

Ajansê diyar kir ku serdan li ser daxwaza wezîrê karên derve yê Japonyayê Taro Kono pêk hatiye.

Nakokî di navbera DYA û Îranê de ji destpêka Gulanê ve piştî DYA’yê lez da şandina keştiya balafirên ‘Abraham Lincoln’ û komeke topavêjên stratejîk ji cureyên B 52, zêde bûn. Her wiha ragihand ku dê hezar û 500 leşker ku li hember gefên Îranê bisekinin jî bişîne.

Seltenet Uman di navbera Washington û Tehranê de bû navbeynkar, lê Umanê tekez kir ku Îran amade ye guftûgoyan pêk bîne, lê di rewşa niha de.

(fr)


Mijarên Din