Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Boris Johnson e

Şaredarê berê yê Londonê Boris Johnson bû serokê Partiya Muhafazekar a Brîtanyayê û dê li şûna serokwezîr Theresa May jî bibe serokwezîrê nû.

Duh bi dengdayîna 160 hezar endamên Partiya Muhafazekar a Brîtanyayê Boris Johnson bû serokê partiyê.

Theresa May ku niha serokwezîra Brîtanyayê ye, dê sibê li Qesra Buckinghamê îstîfaya xwe pêşkêşî şahbanû Elizabeth bike. Piştî nîvro jî dê Johnson peywira serokwezîriyê wergire. Piştî ku Johnson ji aliyê şahbanûyê ve hate ezimandin, dê berpirsyariya hikumeta nû wergire.

Dosyeya herî giran a li ber Johson jî derketina ji Yekitiya Ewropayê ye ku gel di 23’yê Hezîrana 2016’an de bi rêjeya ji sedî 52 qebûl kiribû.


Mijarên Din