Serpêhatiya bav û kurê birîndar

Kiryarên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên niçikên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li dijî  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, nayên veşartin. Piştî topbaranê jî bê sedem jin, zarok, temenmezin û her zindiyek bi sekvanên dagirkeriyê têne hedefgirtin.

Sivîlên ku di saetên derengiya şevê de ji ber topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê ji malên xwe derketine, bêyî ku bi zanibin bi ku ve diçin bi hezaran çîrokên bi êş vedibêjin.

Ehmed Ebû Ebdo ji ber tirsa ku çete mala wî ya li Girê Spî wêran bikin, yan jî bişewitînin, derneket pêşberî kamîreyê û çîroka koçberbûna malbata xwe, çawa ew û kurê wî Mihemed ê 19 salî bûne hedefa sekvanên artêşa Tirk û birîndar bûn vegot.

Ebû Ebdo (67) ji zêdetirî 50 sale li Girê  Spî dijî. Ebû Ebdo wiha behsa serpêhatiya xwe ya di nava êrîşên artêşa dagirker de, kir: “Di destpêka êrişan de em çûn gundê El-Bedîî yê başûrê Girê Spî. Lê  ji ber topên artêşa Tirk a dagirker di derengiya şevê de bi ser me de hatin, em tenê 3 roj li wir man.

Me nizanî em bi ku ve biçin. Me hewl da ji sînor ber bi başûr ve dûr bikevin. Li wir jî sekvanên artêşa Tirk a dagirker şêniyên di nav kolan û çolê de dikirin hedef."

Ebû Ebdo dibêje ku di wê êrişê de ew bi sê guleyan ji zik û lingê xwe birîndar bû. Kurê wî Mihemed jî ji lingê xwe birîndar bû.  Ebû Ebdo got: “Ez û hemû endamên malbata xwe, me li ser erdê xwe dirêj kir. Xwîn ji min û kurê min diherîkî. Wê demê kesek tunebû alîkariya me bike. Kesên li dûr me jî hemû hewl didan xwe xilas bikin û ji nuqteya sekvanên dagirkeriyê dûr bikevin. Heya berbanga sibehê em wisa man. Şêniyên gundê ku em nêzî wan bûne, ez û kurê min rakirin nexweşxaneya bajarokê Eyn Îsayê. Piştre bi ambulansa Heyva Sor a Kurd em rakirin nexweşxaneya Watanî ya Reqayê."

Ji ber ku tedawîkirina Ebû Ebdo û kurê wî dereng mabû, rewşa Ebû Ebdo û kurê wî Mihemed dijwartir bû. Ebû Ebdo heya heftiyekî di odeya rewşên taybet de ma û di gelek emeliyetên derxistina guleyan re derbas bû. Her wiha lingê kurê wî jî tê dermankirin.

Ji ber pergala zayendî(tenesulî) ya Ebû Ebdo birîndar bûbû, rewşa wî girantir dibe. Ji ber wê bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariyan ji wî û bi hezaran koçber û birîndarên bûne qurbaniyên êrişên Tirkiyê re pêşkêş bikin.

Her wiha bang li NY`î kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker bi dawî bikin, çeteyên wê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ji herêmên dagir kirine derxînin û vegera tevahiya şêniyan ji warên wan re misoger bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din