Serpêhatiya jinek ji ber mirinê reviyayî

Salha Mihemed, piştî kuştina kurê wê yê mezin di êrîşeke hawayî de û wefata hevjînê wê tevî malbata xwe berî dide herêmên di bin parastina QSD‘ê de. Bi keça xwe re dixebite da ku xwe xwedî bikin.

Salha Mihemed ji herêma Cûra ya girêdayî Dêrazorê ku di bin serweriya hêzên Rejîmê de ye. Ji ber şer û topbaranê biryar dide ku ji Dêrazorê derkeve da ku kurê xwe yê di encama êrîşeke hawayî ya rejîma Sûriyê de felc bûye, biparêze. Hevjînê Salha ji ber nexweşiya dil wefat kir û kurê wê yê mezin jî ku malbat xwedî dikir di êrîşa hewayî ya Rejîmê de wefat kir.

Salha piştî ku rastiya şervanên QSD û aramiya herêmên di bin parastina wan de nas kir biryar da ku bi keç û kurê xwe yê felc li kampa Eyn Îsayê bi cih bibe. Piştî demekê diçe kampa Cerbûî. Ruxmî ku ewlehiyê li vir dibîne lê ji ber paşguhkirina rêxistinên mirovî ji rewşa koçbera matmayî dimîne.

Piştre jî diçe bajarê Reqayê, malek biçûk kirê dike û li nêzî dibistanekê bi keça xwe re besteniyan difroşe da ku kurê xwe yê felc û malbata xwe ya biçûk xwedî bike.

Dayika Salha dibêje : "Min bajarê Reqayê hilbijart, ji ber ku herêmeke ewle ye. Piştî hevjîn û kurê min wefat kirin û armanî li herêma me nebû. Ez li nav gelek herêman geriyam, lê ji ber paşguhkirina mirovî em matmayî man."

Dayika Salha got: “Rojek min xwe nespart rêxistinan, min biryar da ku kar bikin. Tevî ku karê min buhayê dermanê kurê min dernaxe, lê ez ê vî karî dewam bikim."

(bb)

ANHA


Mijarên Din