Serpêhatiya malbatekê ya ji bajarê dagirkirî Girê Spî

Dewleta Tirk a dagirker malbata Şiblî ya li Girê Spî bi hinceta ku çekên giran ên rejîma Sûriyê li gel wan hene tewanbar kirin. Dagirkeran malbat dan koçberkirin. Piştre mala wan wêran kirin.

Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bi hincetên ne rast û bê binge şêniyên Girê Spî tewanbar dikin da ku wan bidin koçberkirin.

Malbata Şiblî ji erîşa Meşhûr e ku mezintirîn eşîrên herêmê ye ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve zilam lê hate kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yek ji şêniyên eşîra Meşhûr a li Girê Spî bi navê Emar El-Hecî qetil kirin û erebeya wî ku li ser kar dikir dizin. Şêniyên eşîreyê li hemberî binpêkirinên dagirkeriya Tirk serî hildan.

Ji wê demê ve çeteyên dagirkeriyê dijminatiya eşîreyê dike, ji wan malbata Şiblî ya ku hate koçberkirin û mala wan hate talankirin.

Endamên malbata Şiblî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Ji wan jina ciwan a bi navê Yara El-Ehmed e. Dîsa jî çeteyan malên  çar bira ji vê malbatê hilweşandin. Ji wan mala Fedil Şiblî ye.

Fedil Şiblî ji gundê Hiwêca yê Girê Spî ye û di çandiniyê de dixebit. Fedil bavê 7 kur û 2 keçan e.

Fedil dibêje ew ne girêdayî ti kesî ye, tenê karê xwe di çandiniyê de dike da ku malbata xwe xwedî bike, lê beriya du hefteyan bi hinceta ku çekên giran "Tank  û cureyên din" ên rejîma Sûriyê li gel wî hene hat koçberkirin.

Fedil Şiblî, hevjîna xwe û 4 zarokên xwe binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ku bi çavê xwe dike parve dikin.

Şibilî dibêje: "Piştî herêm hat dagirkirin jiyan bi temamî hat guhertin, buhişt veguherî dojehê, ewlehî  tune ye, pêwîstiyên sereke yên jiyanî wekî nan, av, kehrebe û madeyê xwarinê peyda nabin. Ji bilî vê çete zextê li şêniyan dikin da wan bi xwe re bide xebitandin."

 Fedil diyar kir ku çete li pey wî ketine da ku ji bo wan bixebite û birayên xwe neçar bike ji bo ji nava  QSD‘ê vekişin û wiha didomîne: "Çeteyan çend rojan li pey hev hatim mala min û li min geriyan da ku fişarê li min bikin. Çeteyan ez tewanbarkirim ku çekên giran ên rejîma Sûriyê li cem min hene. Piştî hefteyekê ez li bajarê Girê Spî bûm min nas kir ku dewriyeke diçe gundên min, di rê de nasekî min dît û hişyarî da min ku nêzî malê nebin ji ber ku artêşa azad mal dorpêç kiribûn û li min digeriyan. Min rêya xwe guhert û ber bi rêya çemê Belîxê ve çûn ji dûr ve min ew dişopandin bê ka çi bi malbata min dikin. Çete bi du erebeyên xwe û 7 panzêrên artêşa Tirk û koçikên polîsî bûn. Hejmara wan derdora 150 bû û rêveberê wan Ebû Hekem bû ku em wêran kirin. "

‘HEVJÎNA MIN GIRTIN, JINÊN GUND LI DIJÎ WAN SERÎ RAKIRIN‘

Zextên çeteyan ên li ser malbata Fedil Şiblî roj bi rojî zêde dibû, hevjîna wî li nuqteyeke artêşa Tirk ve hate girtin.

Der barê vê yekê Rabîha El-Enter wiha dibêje: "Zextên çeteyan ên li dijî me roj bi roj zêde bûn, rojeke hatin û xwestin bi wan re biçim. Min li ber xwe dan li hewl dan keça min bibin ji bo keça xwe biparêzim ez neçar mam bi wan re biçim."

Di roja din jinên gundê çûn cihê ku Rabiha lê hatin girtin nuqteya leşkerî ya Tirkiyê li bajarê Girê Spî bû li wir xwepêşandan lidar xistin û bang berdana wê kirin.

Piştre yek ji xelkê gund bû serbestberdana Rabîha bû kefîl, lê çeteyan gefa kuştinê lê xwarin, heger malbat ji herêmê derkeve.

Ji ber kiryar û binpêkirinên çeteyên dagirkeriya Tirk Fedil bi alîkariya kesekî derket bajarê Reqayê û malbata xwe ya di bin zulma dagirkeriya Tirk de mabû xilas kir bêyî ku malbat tişek bi xwe re bibe.

Piştî koçberiyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi alavên leşkerî û beldozeran malên herçar bira hilweşandin.

Fedil Şiblî li ser vê yekê dibêje: "Derdora mala min û mala hersê birayên min kolandin û me bi tewama ku 72 tank û çekên giran ên ji serdema rejîmê ve tewam bar kirin ku min di mala xwe de veşartine. Tê eqilê tu kesî ku dewletek çekên giran teslîmî sivîlekî bike?"

Fedil destnîşan kir ku wî bi çavên xwe dît çeteyan bi 200 erebeyan malbatên xwe anîn û li malên sivîlan ên bajarê Girê Spî bi cih kirin û got: "Sivîlên li herêmên dagirkirî mane ji bilî binpêkirinên çeteyan bi gilî ne û hewl didin derkevin.

Malbatê banga rizgarkirina bajarê wan ji dagirkeran kir û got: "Terorîst in ji bo dizî, talankirin û koçberkirina sivîlan hatine."

(bb)

ANHA


Mijarên Din