Serpêhatiya yek ji malbatên mexdûrên sûcên Tirkiyê

7 sal derbas bûn, lê heta niha birîna malbata Şêx Nasanî rihet nebû. Hîna jî aqûbeta keça wan a windayî ne diyar e.

Malbata Ehmed Yûsif Şêx Nesanî yek ji hezaran malbatên ku ji ber aloziya Sûriyê re azar dîtine

Ehmed Yûsif Şêx Nesanî ji bajarê Babê ye, lê ev 50 sal in li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê dijî. Ehmed bavê 7 zarokan e (3 keç û 4 kur).

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk di sala 2013‘an de hin taxê bajarê Helebê dagir kirin. Di 29‘ê Îlona 2013‘an de çeteyên Cebhet El-Nusra ji malbata Ehmed 3 kes revandin (Wail ê 14 salî, Mihemed ê 12 salî her wiha xwişka wan newest navê wê eşkere bike) revandin.

DI NAVA ŞEV Û ROJEKÎ DE JIYANA WAN KIRIN DOJEH

Serpêhatiya bi êş a malbata Ehmed dema ku diçûn serdana mala birayê xwe ya li taxa Heyderiyê ku wê demê di bin dagirkirina çeteyên El-Nusra de bû destpê kir. Di vegerê de li ser rêya di navbera taxa Heyderiyê û Şêxmeqsûdê de xwşik û bira hatin revandin.

Zarokê malbatê yê binavê Wail ku wê demê 7 salî bû û Yûsif 5 salî bû û xwişka wan a 25 salî hatin revandin.

JI SERPÊHATIYÊ AZARÊN NÛ DERKETIN

Dema ku Ehmed bi lêgerîna zarokan xwe mijul, çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 2016‘an bi çekên kîmyewî yên qedexekirî êrişî taxa Şêxmeqsûdê dikin. Di wê êrişê de Ehmed jî dibe qurbanî.

Li ser vê yekê Ehmed wiha tîne ziman: "Piştî ku me bêhna madeyên jehrê kişand ez bi doktor Şahid ê şehîd re axivîm ku cerahê tekane li taxê bû û min malbata xwe sewqî nexweşxaneyê kir. Em 4 saetan di bin cîhazê oksejînê de man."

4 SAL JI ZULM Û ÊŞKENCEYÊ

Piştî ku malbatê nîv milyon dane çeteyan, di dîroka 21‘ê Îlona 2017‘an zarokên Ehmed, Wail û Mihemed hatin berdan, çeteyekî li dijî xwişka wan êrişa cinsî pêk anî, ta niha malbat çarenûsa wê nizane.

Têkildarî serpêhatiye girtinê Wail wiha parve dike: "Hefteyekê em girtî li cem wan mam. Piştre me birin gundê Orma Mezin a li rojavayê Helebê, li wir êşkence li me kirin û bi xertûmên avê li me dan. Em neçar dikirin ku di rojên zivistanî de bi saetan tazî di bin baranê de bimînin, sîx li ser sobê germ dikirin û pê laşê me dişewitandin. Bi dar li rûyê min dan û pozê min şikandin. Her ku me hewl dida birevin, li pey me dikin û me vedigerandin girtîgehê."

Wail destnîşan kir ku çeteyan gefa kuştinê li zarokan dixwarin, digot jinek heye zarokan dikuje da ku bitirsin.

Şopên eşkenceya ku çeteyan li ser laşê herdu zarokan dimeşandin hîna jî dixuyaye. Ev yek mînake herî zindî ya sûcên li dijî zarokan e.

ANHA

 


Mijarên Din