Serpêhatiyek ji berxwedana taxa Şêxmeqsûd

Zeyneb Elîko yek ji wan jinan e ku di dema êrîşên çeteyan ên li ser taxa Şêxmeqsûdê de li ber xwe da û tax berneda. Zeyneb bi endamên malbata xwe re birîndar bû. Heta niha jî şopên birînan li ser bendena wê hene. Zeyneb dibêje “Rojên dijwar bûn. Lê bi hevgirtin û girêdana axê me warê xwe parast.”

Zeyneb Elîko ya 48 salî dayika 2 xortan û 2 keçan e. Zeyneb jî wekî gelek dayîkan di dema berxwedana taxê ya li dijî çeteyan de ku êrîşî taxê dikirin, cih girt. Zeyneb li rex şervanan di êrîşên li dijî taxê de li ber xwe da. Ne tenê Zeyneb, di heman demê de malbata wê jî tev li berxwedanê bû. 2 dikanên Zeynebê li Sûkê hebûn, Zeyneb û cîranên xwe dikan ji xwe re dikirin parêzgeh.

Zeynebê heta dawiyê di taxê de li ber xwe da û ji taxê derneket. Di encama êrîşan de,  di 2`yê Adara 2016`an de dema Zeyneb bi malbata xwe re diçû dikana xwe ya li sûkê, topek li rex wan teqiya.  Ji ber wê Zeyneb û hemû endamên malbatê bi giranî birîndar bûn. Hindek şûnên wan birînan heya niha xuya dikin. Şênî hema yekser Zeyneb û malbata wê radikin nexweşxaneya meydanî.

Şûna parçeyên topan hîna xuya dike

Zeyneb ji gelek cihên xwe birîndar dibe, lê birîna wê ya herî giran ji lingê wê ye. Zeyneb di wê demê de heya mehekê serdana nexweşxaneyê dike û birînên xwe derman dike.

Mehekê parçeyan ji bedena wê derdixin, bijîşkan nekarî parçeyekî ji eniya wê derxin. Ji ber ku nêzî damara çavê wê ye û dibe ku bibe xetereyek li ser dîtinê.

Zeyneb vedigere kar û digihîje armanca xwe

Zeyneb niha li taxa xwe dijî, her çendî şopên birînên wê diyar bin jî. Zeynebê got ew bi berxwedana taxê serbilind e.

Zeynebê di dawiyê de wiha got: “Tiştên ku hatin serê taxê, ne hêsan bûn û ziman li ber dijwarbûna êrîşên li ser taxê lal dimîne. Lê şênî hevgirtî bûn û bi axa xwe ve girêdayî bûn.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din