Serpêhatiyên Ermen û Suryanan ên ku êş û azar ji destê Osmaniyan kişandine bidawî nabin

Hîn jî detayên qirkirinên ku Osmaniyan li ser gelê Ermen û Suryan pêk anîne, di mejiyê neviyên ku her car azarên qirkirinê ji mezinên xwe bihîstine, zindî ne. Hinek ji van serpêhatiyên bi êş jî serpêhatiyên dayîka Ferîde Somî ya Suryanî, dayîka hevdînê wê Meryem Basûs a Ermen û Umer Osman ê Kurd ku Meryem rizgar kiribû.

Dayika Ferîde Somî (81) ya Suryanî keça ji kesên ku ji ji komkujiya suryanî ya ku ji aliyê dewleta Osmanî ve pêk hatiye, rizgar bûye. Niha li gundê Meşûqê yê navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo rûniştiye. Serpêhatiyên detayên çîroka bavê xwe yê ku ne normalî ji wan komkujiyan rizgar bûye, ji ajansa me re vegot.

Somî Mûsa bavê Ferîdeyê ye. Li navçeyeke Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê rûniştibû. Di dema komkujiyên suraniyan destpê kir de Somî hê nû zewicî bû. Di dema êrîşên Osmanî li ser gundên wan de malbatên suryanî kuştin û jinên wan jî revandin û hevjîna Somî ji nav wan jinên revandî, bû. Somî tev birayên xwe karî xwe rizgar bikira û berê xwe bida Bakurê Sûriyê, navçeya Tirbespiyê. Di gundê "Alareş" yê ku Ermen, Suryan û Êzîdî lê rûniştibûn de, rûnişt. Ji malbata Somî bi sedan di wê komkujiyê de hatin kuştin.

Piştî çend salan ku li gundê Tirbespiyê rûnişt, bi keça suryanî ya ji gundê Alareş bi navê "Xate Şemûn" re zewicî. Malbata Somî bar kir gundê Elî Bedran û li wir Ferîde hat dinê. Ferîdeyê li wir çîroka komkujiyê ji bavê xwe bihîst.

Di vî warî de jî, keşa Ferîdeyê "Hezîne Osman" axivî û çîroka dapîra xwe Meryem bi koka xwe ya ermenî dayika bavê wê ye  û ya ku ji komkujiyê rizgar bûye piştî kuştina 50 kesî ji malbata wê, anî ziman.

Komkujiya Ermenan a hovîtirîn komkujî bi destê dewleta Osmanî ya der heqê Ermenan sala 1915’an de pêk hatiye. Milyon û nîv Ermenî hatin kuştin û yên dîtir jî hatin koçkirin. Hê jî hikumeta Tirkiyê bi komkujiyê li xwe mikur nayê.

Ji ber şahîdên komkujiyê nayên dabînkirin. Nevîyên wan çîrok û bûyerên mezinên xwe yên ku tê re derbas bûn, vedibêjin. Ji ber wê jî Hezîneyê çîroka dapîra xwe Meryem a ku tev malbata xwe li Karbûran ê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê rûniştibû ku beriya komkujî bi serê wan de pêk were, vegot.

Hezîne çîroka malbata dapîra xwe û azarên gelê Ermen di dema dewleta Osmaniyan de kişadine wiha vedibêje: "Dapîra min binpêkirin û komkujiyên ku bi serê wan de ji hêla leşkerên Osmanî ve pêk hatin vedigot.  Dapîra min, Meryem di dema pêkanîna Osmaniyan komkujî bi serê Ermenan de, nezewicî bû.  Di wê demê de Meryem tev malbata xwe revî û xwe di bin dêrekê de ku navê wê ji bîr kiriye, veşart. 2 mehan ji ber tirsa leşkerên Osmanî tê de ma. Wan texmîn kir ku Osmanî perestgehan hermet dike û nakevin hundirê wê. Piştî 2 mehan ji êşê û mayîna bêxwarin û avê di dêrê de, leşkerên Osmanî cihê wan kifş kir û êrîşê wan kir. Bi wê re jî der heqê malbata Meryem komkujî pêk anî û 50 ferd ji jinî, zarok û mêran hatin kuştin. Her wiha jî ji hin xwişkên Meryemê xwe ji banê avahiya dêrê de avêtin da ku neyên tecawîzkirin û êşkencekirin. Meryemê digot  dîmena kuştina leşkeran a zaroka xwişka  wê ya pitik a di dergûşê de ji xeyalên wê naçe."

Hezîne wiha berdewam kirin: "Piştî kuştina Osmaniyan piraniya ferdên malbatê, Meryem û birayê wê Murad Basûs ê ciwan bi xwe re bir. Piştî êşkence lê kir di sûkên bazariyê de weke kole ji malbatên misliman re hatin firotin. Paşê ji şansê Meryemê ye ku kesê ew birî bi navê Umer Osman e, mirovekî Kurd e ji Mêrdînê ye û destê xwe pê nekir."

Hezîne bal kişand ser ku Umer daxwaza zewacê ji Meryemê kir û jê re tekez kir ku ew wê neçar nake olê xwe berde û bibe misliman û wiha dewam dewam kir: “ Meryemê wê demê got beriya nas neke birayê Murad bi ku ve birine, nazewice. Li ser wê jî Umer soza lêgerîn û rizgarkirina birayê wê da. Bi rastî jî Umer lêgerîna Murad piştî deta li ser bir, kir. Umer bi hespê xwe tevahî gundên Mêrdînê heta ku li malbateke Tirkî dît ku weke kole dixebitîn, gerî û da hev. Lê belê nikarî di wê demê de tekez bikira ku Murad e, ji ber rengê wî bi sedema îşkenceyê hatibûn guhartin. Vegerî û Meryem bi xwe re bir wî gundî da ku bi xwe bi dizî wî bibîne û tekez bike. Di wê demê de Meryemê ew nasî û tekez kir ku ew Murad e.”

Piştre Umer plana rizgarkirina Murad danî û dest bi şopandina Murad kir. Di demekê dît ku Murad li nav zeviyê li aliyên gund dixebite û çû gel wî û jê re got ji aliyê xwişka ve hatiye da ku bi xwe re bibe. Bi şevê li derdora gund li hev kir ku hev du bibînin. Bi wê re jî Umer ew rizgar kir û bi xwişka wî re li hev civand ku di demeke dirêj de li bendê ye.

Piştre Umer û Meryem zewicîn. Osmaniyan kesên ku ermenî diparastin an bi hestiyarî nêz dibûn,  ew dikuştin.

Hezîne çîroka dapîra xwe wiha didomîne û raber kir ku piştî zewacê 2 zarok anîn dinê, yek Osman bavê wê ye û yê din jî Xelîl e. Lê belê Osmaniyan lêgerîna der barê Murad û kesê pê re bûye alîkar de berdewam kir. piştî çend salan zanîn ku Umer bûye alîkariya reva Murad û bi Meryem re zewiciye.

Li ser zimanê dapîra xwe Hezîne wiha dibêje: "Her tim der barê jiyana hevjîna xwe Umer de bi tirs bû ku Osmaniyan agahadar bûn bi wê û birayê wê re çi kiriye. Şevekê Meryem li ser dengê ku ji derdora malê dihat ji xew hişyar bû. Hevjîna xwe hişyar kir ku bibihîse çi heye li derve, dibe ku Osmaniyan kesek ji bo kuştina te şandiye. Lê belê Umer girîngî neda û ji Meryemê re got raze. Di dema azana berbangê de Umer hişyar bû da ku li hola malê nimêj bike. Di heman demê de Meryemê dengê guleyê bihîst û derket derve û dît ku hevjînê wê li ser xaliya nimêjê kuştî ye."

Piştî vê bûyerê Meryem, birayê wê Murad û birayên Umer di ewlehiya jiyana gund de venehesîn. Biryar da ku beriya Osmanî der heqê wan de komkujiyên dîtir pêk bîne ji herêmê derkevin. Meryem tev 2 zarokên xwe, birayê wê Murad û birayekî hevjînê wê bi navê Mûsa Osman Keleş berê xwe da Bakurê Sûriyê û gihaştin navçeya Tirbespiyê û di destpêkê de li gundê Alareş ê ku pêkhateyên wê ji Ermen, Êzîdî û Suryan in rûnişt. Şêniyên gund alîkarî û ewlehî da wan.

Piştî bi demekê malbata Meryemê çû gundê Elî Bedran ê navçeya Tirbespiyê. Li wir Meryemê zarokên xwe mezin kirin. Osman bi Ferîde Somî re zewicî û li wî gundî rûnişt. Gelek zarok anîn dinê, ji nav wan jî Hezîne ye û hê jî bi dayika xwe re ye. Lê yên din, hinek ji wan mirin û yên  din jî derketin derve.

Hezîne anî ziman ku Murad birayê dapîra wê Meryemê, piştî çend salan vegerî Mêrdînê û li wir bi jineke ermenî re zewicî. Piştre vegerî Sûriyê, li bajarê Qamişlo rûnişt. 5 zarok anîn dinê. Heta mirinê li Qamişlo ma.

(fr)

ANHA


Mijarên Din