Serpêhatiyên xizaniyê yên di nava şerê Sûriyê de

Malbata El- Elî û Firatê jî yek ji malbatên ku di nava aloziya herêmê de koçber bûne û di nava zehmetiyan de dijîn e. Malbat ji bo debara xwe bike plastîk û nanê hişk difroşin.

Kûrbûna aloziya Sûriyê dibe sedema koçberî, xizanî, wêranbûn û zehmetiyan. Şênî baxçikên xwe didin milê xwe herêm herêm digerin jib o ewlehî û qûta zarokên xwe. Malbata Ehmed El- Elî yek ji malbatên ku ji bo ewlehiyê berê xwe dane bajarê Reqayê, ye. Lê rewşa aborî ya dijwar a malbatê tehliya koçberiyê zêde dike.

Malbata Ehmed El-Elî ji herêma El-Eşara ya girêdayî Dêrazorê ye. Ji zêdetirî salekê ve ji ber topbarana balafirên Sûrî reviya û berê xwe da bajarê Reqayê. 6 zarokên El- Elî heye. Nexweşiya dil bi El- Elî re heye û nikare kar bike.

Piştî nexweşiya El- Elî, hevjîna wî Firat El-Hemûd bi keça xwe ya mezin (12) û kurê xwe (9) re, erka peydakirina debara malbata xwe hildan ser milên xwe. Firat ji ajansa me re got: "Bi berbangê sibehê re em her sê derdikevin pilastîk û nanê hişk kom dikin û piştre difroşin da ku qûta xwe ya rojane peyda bikin."

Meclisa Gel a taxa El-Nahda ji malbatê re hindek alîkariyan pêşkêş dikin. Firat di vê mijarê de wiha got: “Kesên xêrxwaz pir in. Her demek şênî û Meclisa Gel a taxa ku em lê dimînin alîkariyan ji me re pêşkêş dikin. Lê dîsa ev nayê wateya ku ez nexebitim û debara malbata xwe peyda nekim."

Hîna biçûk e bi xemên jiyanê re mezin dibe

Adam hîna 9 salî ye û nikare mîna zarokên din biçe dibistanê. Xema wî ya tekane peydakirina qûta malbatê ye.

Adam ji ajansa me re diyar kir ku her roj bi berbanga sibehê re bi dayîka xwe re ji bo peydakirina nirxê xwarinê û dermanê bavê xwe derdikeve qûtiyên teneke yên vala kom dikin û difroşin.

Firat bang li rêxistinên mirovî û xêrxwaziyê kir ku alîkariya wan bikin da ku asta xwe ya jiyanî pêş bixin.

Zêdetirî 40 rêxistinên ku di nav bajarê Reqayê de kar dikin hene. Tevî wê jî hîna malbatên ku rewşa wan di ber çavan re nehatine derbaskirin hene û ti alîkarî ji wan re nehatiye pêşkêşkirin. Malbata El- Elî û Firat jî yek ji van malbatan e.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din