Sersaxî ji malbata şehîd Demhat Tirbespiyê re hate xwestin

Bavê şehîd Demhat Tirbespiyê got wekî malbat bi şehadeta kurê xwe serfiraz in, ji bo rêya rûmetê û parastina axa xwe hilbijartin. Bavê şehîd soz şopandina rêya şehîdan da.

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Elî Ilwan Xelîfe(Demhat Tirbespiyê) re xwestin. Şehîd Demhat di Berxwedana Rûmetê de di êrişên artêşa Tirk a dagirker de li ser gundewarê Til Temirê şehîd bûbû.

Merasîma sersaxiyê ya ku li ber mala malbata şehîd li dar ketiye, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navên Meclisa Navçeya Tirbespiyê hevserokê meclisê Ebdulrehîm Hiso, bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk endamê rêveber Fasîh Hisên û bi navê Hêzên Parastina Civakê fermendar Ebdulxenî Silêman axivîn.

Axaftvanan piştgiriya pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan ji berxwedana Hêzên Sûriye Demokratîk re ji bo parastina axa Sûriyê teqez kirin. Her wiha destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe li ser herêmê armanc dike projeya wê ya demokratîk têk bibe.

Bi navê malbata  şehîd jî bavê şehîd Elî Xelîfe axivî û teqez kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e. Her wiha soza şopandina rêya wî heta pêkanîna serkeftinê û derxistina dagirkeran ji tevahiya axa Sûriyê da.

Merasîma sersaxiyê heya saetên ber êvarê berdewam e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din