Sersaxî ji malbata şehîd Hesan Rebî re hate xwestin

Bi sedan şêniyên navçeyên Dêrik, Girkê Legê û Til Koçerê sersaxiya malbata şehîd Hesan Rebî kir.

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê û Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl, YPG û YPJ’ê û Hêzên Erka Xweparastinê berê xwe da gundê Mesedê yê gundewarê Til Koçer û ji malbata endamê Hêzên Erka Xweparastinê Hesan Rebî yê ku di dema li ser erka xwe de li herêma Dêrikê şehîd bûbû sersaxî xwestin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Feysel Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd, tevahî malbatên şehîdan û hêzên leşkerî re xwest. Feysel soza şopandina rêya şehîdan nû kir û wiha got: "Parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkhateyên wê li ser milê Hêzên Erka Xweparastinê ye, em bang li tevahî pêkhateyan  dikin ku bi yekrêzî li hember gefên dewleta dagirker a Tirk bisekinin."

Ji aliyê xwe ve jî hevserokê Meclisa herêma Dêrikê Mihemed Abdulrehîm anî ziman: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya fikir û felsefeya neteweya demokratîk em gihandine vê qonaxê."

Abdulrehîm gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û got, armanca dewleta dagirker a Tirk ew e ku vejandina çeteyên DAIŞ’ê ye.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Malbata şehîd jî anî ziman ku dê li ser rêş û şopa şehîdan bimeşin heta pêkanîna xewna serkeftina li dijî komên çete yên ku bi ewlehiya herêmê dilîzin,.

(fr)

ANHA


Mijarên Din