Sersaxî ji malbata şehîd Ibrahîm re hate xwestin

Bi dehan şêniyên bajarê Tebqayê û bajarokê El-Mensûre sersaxî ji malbata endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn şehîd Ibrahîm El-Cereah re xwestin.

Merasîna sersaxiyê li bajarokê Ebû yê rojhilatê gundewarê bajarokê El-Mensûre li dar ket.

Şandeyek ji endamên sazî û gerînendeyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, fermendarên leşkerî yên QSD û endamên rêveber ên Hêzên Ewlehiya Hundirîn tev li merasîma sersaxiya şehîd Ibrahîm El-Cerah bûn.  

Di merasîma sersaxiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebid El-Kerîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Ebid got, şehîd Ibrahîm heta ku beriya şehîd bikeve mînaka têkoşîn û berxwedanê bû.

Ebid El-Kerîm di dawiya axaftina xwe de têkoşînê parastina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin da.

Merasîm bi dirûşmeyê dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Şehîd Ibrahîm El-Mirî bi nasnav Ibrahîm El-Cerah li bajarokê Ebû Şercere yê ku bi 11 km li rojhilatê bajarokê El-Mensûre ye, dema li ser erka xwe bû li nêzî xetên herêmên bin serweriya Rejîma Sûriyê şehîd dikeve. Cenazeyê şehîd Ibrahîm El-Cerah duh li Goristana şehîdan a Tebqayê hate veşartin.

 (şx)

ANHA

 


Mijarên Din