Sersaxî ji malbata şehîd Lewend Elîko re hat xwestin

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Lewend Elîko re xwest ku di Şerê Tunekirina Terorê yê li dijî çeteyên DAIŞ`ê şehîd bûbû.

Îro bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê berê xwe da gundê Sêbirka û sersaxî ji malbata şehîd Lewend Elîko (Ciwan Kurdo) re xwest ku di qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li Dêrazorê de şehîd bûbû.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Zîwer Elî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Zîwer Elî di axaftina xwe de destnîşan kir ku şehîdan rêya gel ronî kiriye û bi saya lehengiyan wan gelek destkeftî bi dest xistin.

Paşê bi navê Yekineyên Parastina Gel (YPG) fermandar Sîdar Amûdê axivî û got: "Bi hezaran kesên ku li ser şopa şehîd Lewend dimeşin, hene. Em ê li ser rêya şehîdan bimeşin."

Di dawiya axaftina xwe de fermandar Sîdar Amûdê soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Bi navê malbata şehîd Lewend apê wî Cîhad Elîko soza rêya şehîd Lewend da.

Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû. Konê sersaxiyê heta seatên êvarê dê vekirî be.

ANHA


Mijarên Din