Sersaxî ji malbata şehîd Îmad Seîd re hate xwestin

Bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê berê xwe dan konê sersaxiyê yêşehîd Îmad Seîd û sersaxî ji malbatê re xwest. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê dan.

Îro bi sedan ji şêniyên herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê, beşdarî konê sersaxiyê yê şehîd Îmad Alî Seîd bûn û sersaxî ji malbata wî re xwestin.

Konê sersaxiyê li cihê jidayîkbûna şehîd ku li gundê Um El-Aşbayê yê girêdayî navçeya Zirganê ye, hate vedan. Di bin konê sersaxiyê de wêneyên şehîd Îmad, ala Meclisa Malbatên Şehîdan û ala Hêzên Erka Xweparastinê hatin daleqandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgitin dest pê kir. Paşê yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Salim Salim axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Salim di axaftina xwe de wiha got: “Şêniyên herêmê beşdarî hêzên leşkerî bûne û çek bi armanca parastina xak û gelên xwe ji êrîşkaran hilgirtine.”

Salim di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber ku şehîdan canê xwe di oxira azadiyê de daye, cihê serbilindî û şanaziyê ne. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Merasîma sersaxiyê dê heta saetên êvarê berdewam bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din