Sersaxî ji malbata şehîd Mihmed Sûbahî re hat xwestin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Sûbahî  re xwestin.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihmed Sûbahî, birayê fermandara QSD‘ê Lîlwa El-Ebdullah 6`ê Nîsanê li gundewarên Dêrazorê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî şehîd bû. Cenazeyê wî duh li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hate oxirkirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, şervanên YPJ/YPG`ê, endamên saziyên sivîl berê xwe dan konê sersaxiyê yê Mihmed Sûbahî  ku li taxa Qiwetlî ya bajarê Qamişlo hatiye vedan û sersaxî ji malbata wî re xwestin.

Di bin konê sersaxiyê de wêneyên şehîd, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, QSD`ê û YPJ/YPG`ê hatin daleqandin.

Di bin konê sersaxiyê de endamê PYD`ê Faris Xelo axivî û diyar kir ku zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî cîhanê re teqez kirin ku projeya demokratîk ku li ser esasê fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate avakirin projeyeke demokratîke. Her wiha anî ziman ku nirxên mirovahiyê ne bi serjêkirin, kuştin, koçberkirin û talankirinê ye lê belê bi dada civakî, exlaq û hezkirina ji jiyana azad re ye.

Paşê bavê şehîd Mihemed Sûbahî, Necmedîn Abdullah diyar kir ku kurê wî ji bo azadî û rûmeta welatê xwe canê xwe feda kir û wiha anî ziman:"Heger zarokên me parastina welatê xwe nekin tu kes ji derve nayê û parastinê nake."

Taziye dê heta saetên ber êvarê dewam bike.

ANHA


Mijarên Din