Sersaxî ji malbata Sîpan Henwa re hat xwestin

Bi sedan şêniyên navçeya Cezaa ya herêma Cizîrê sersaxî ji malbata şervanê YPG`ê  Yûnis Ebîd (Sîpan Henwa) re xwestin.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs sersaxî ji malbata şervanê YPG`ê Yûnis Ebîd (Sîpan Henwa) ku 5`ê Gulanê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî li bajarê Dêrikê şehîd bû, xwestin. Konê sersaxiyê li gundê Henwa yê girêdayî bajarokê Cezaayê hatiye vedan.

Endamên saziyên sivîl, hêzên leşkerî beşdarî merasîma sersaxiyê bûn. Di bin konê sersaxiyê de wêneyên şehîd, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala Meclisa Malbatên Şehîdan û ala YPJ/YPG`ê hatin daliqandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê ji fermandarên QSD`ê Ronak Ereb, Hevserokê Meclisa navçeya Til Hemîs Salih Xelef, endamê Meclisa Cezaa Elwan Xezal û bi navê şêniyên Cezaa Hemam Salim, axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin.

Her wiha hat diyarkirin ku bi hezaran şêniyên herêmê ji bo rizgarkirina herêmê ji zilm û zordariya çeteyan, cane xwe feda kirin.

Di axaftinan de hat teqezkirin ku ew careke din derfet nadin tu hêzê li cîhanê ku xaka welatê wan ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, qirêj bikin û gotin ew ji bo parastina xaka û yekitîya welatê xwe ji her tiştî re amade ne.

Paşê wesîqeta şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din