Sersaxî ji malbatên 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê re hate xwestin

Meclisa Malbatên Şehîdan bi merasîmekê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re xwest û nasnameya şehîdekî din ê Berxwedana Rûmetê ragihand.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê berê xwe da konê sersaxiyê yê 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê; Hindî Hindî (Birûsk Şêrawa), Zîlan Hisên (Gerîla Çiya), Mihemed Elo (Kendal Tîrêj), Şefîq Bîlal (Mezlûm Doxan) û Şiyar Camo (Welat Efrîn) ên ku di êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûbûn û sersaxî ji malbatan re xwest.

Di merasîma sersaxiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şervanê QSD`ê Yehye Xerfan (Cûdî Soro) ku beşdarî berxwedanê bûbû, ragihand.

Di bin konê sersaxiyê de, piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê rêveberiyê Xelîl Ehmed, bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Arif Şêxo û bi navê Meclisa Kantona Şehbayê Fatime Cimo axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Her wiha axaftvanan behsa berxwedana mezin a şervanên QSD`ê li dijî dagirker û çeteyên wê û parastina wan ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Axaftvanan soza domandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Paşê nasnameyên şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din