Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulkerîm El-Ibrahîm di bin konê sersaxiyê de diyar kirin ku bi saya kedan şehîdan serkeftinên mezin li hatin bidestxistin.
Şehîd Edhem El-Hesen li bajarê Hamayê di 2000`î de hatiye dinê. Ji pêkhateya Turkmen e û di hemêza malbatek şoreşger de mezin bûye. Bav û birayekî wê ji girîngtirîn şervanên Artêşa Şoreşgeran (Cebhet El-Ekrad- Tûgeya Şoreşgerên Idlibê) ne. Ev tûge yek ji girîngtirîn komên Hêzên Sûriye Demokratîk e ji destpêka damezirandina wê di 2015`an de. Artêşa Şoreşgeran tev li gelek şerên li dijî DAIŞ, artêşa Tirk a dagirker û Cebhet El-Nusra bûn. heta niha Berxwedana Rûmetê li dijî Tirkiyê didomînin.
Şehîd Watan li rex bav û birayê xwe tev li şerên rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê bû.
Bavê şehîd Watan ji ajansa me re axivî û teqez kir ku Watan ji kesên yekemîn ên ku berê xwe dane eniyên pêşîn ên Berxwedana Rûmetê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker bû. Bavê şehîd diyar kir ku Watan heta roja şehîd ketiye li eniya Eyn Îsayê di 29`ê Mijdarê de qebûl nekir ji qada berxwedanê dûr bikeve.
Her wiha bavê şehîd bang li tevahiya pêkhateyên Turkmen ên li Sûriyê û derveyî Sûriyê kir ku bi artêş Tirk a dagirker re nesekinin ji ber ku dagirkirina herêmê û qirkirina gelan armanc dike. Bavê şehîd teqez kir ku wek Turkmen wê heya dawiyê şer bike û ji bo parastina ax û şerfê ji dargirkeran li berxwe bide.
Bavê şehîd bang li şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk, eniya Turkmen û şoreşgerên Idlibê kir ku li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser axa Sûriyê besekinin.
(şx)
ANHA