Şervanê Hêzên Senadîd Ehmed Selbî hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên Girkê Legê, Dêrik û Til Koçerê cenazeyê şervanê Hêzên Senadîd Ehmed Selbî Xabûr li Goristana Şehîdan a Til Koçerê oxir kir.

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê, navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn û cenazeyê şervanê Hêzên Senadîd Ehmed Selbî Xabûr wergirt û ber bi navçeya Til Koçerê ve ketin rê.

Li goristanê, merasîmê bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên Erka Xweparstinê ve dest pê kir. Paşê ji fermandarên Hêzên Senadîd Xelef Emaş axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Emaş soza şopandina rêya şehîdan heta dawiyê da.

Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê Qehreman Mihemd axivî, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û îşaret bi jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de kir. Di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Paşê cenazeyê şehîd Ehmed Selbî Xabûr di nava tilîlî û dirûşman de hat oxirkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din

Li Raî teqîn