Şervanê ku xeta kurê xwe yê şehîd şopand hate oxirkirin

Bi merasîmekî girseyî cenazeyê şervanê QSD‘ê Ebdulbaqî Revê yê ku dema erka xwe bi cih dianî şehîd bibû li goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wê cenazeyê şervanê QSD‘ê Ebdulbaqî Revê (Diyar Hesekê) yê ku dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bibû, ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan pêk dihat, ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve bi rê ket.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên QSD‘ê destpê kir. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Suryan Armîn Mardo sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre bi navê Meclisa Leşkerî ya bajarê Hesekê Hisên Selmo axivî, destnîşan kir ku şehîd Diyar tevî temenê xwe yê mezin ji erkê xwe yê li hemberî wan dûr neket ta gihişt asta şehadetê.

Selmo got: "Her çendî me şerê dewleta Tirk kir em ê biser bikevin, ji ber ku em şopdarên ramanê  Rêber Abdullah Ocalan. Em soz didin ku em heta dilopa dawî ya xwînê li ser xeta şehîdan bimeşin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehdî xwend û radestî malbatê kir.

Girse cenazeyê şehîd Diyar Hesekê di nava diruşme û tiliyên dayikan spartin axê.

Şehîd Ebdulbaqî Revê bavê şehîd Rodî Revê (Diyar Hesekê) ye ku sala 2016‘an şehîd bû.

ANHA


Mijarên Din