Şervanê Meclîsa Leşkerî a Suryanî li Eyn Îsayê parastina rewa dike

Meclisa Leşkerî ya Suryanî li kelêka QSD’ê li bajarê Eyn Îsa li dijî dagirkeran li ber xwe dide. Endamê Meclîsa Leşkerî a Suryanî Hawra Nur ku bi çîrokên komkujiyan mezin bûye, li dijî dagirkerên neviyên Osmaniyan di çeperên pêş de cih digire û tola xwe hildide.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Dagirker ji bo ku herêmên nû bên dagirkirin, êrişên xwe berfireh dikin. Li bajarê Eyn Îsa Meclîsa Leşkerî a Suryanî û QSD bersiva êrişan didin.

Yek ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Hawra Nur li bajarê Eyn Îsa li dijî dagirkeran cihê xwe di çeperên şer de digire.  

Nur bi eslê xwe ji bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ye. Piştî Komkujiya Seyfo ya sala 1915`an malbata wî neçarî koçberiyê dibe û têne bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê. Nur wekî her ciwanekî ji bo dîroka xwe ji bîr neke, li ser komkujiyên Osmaniyan êm li ser gelan ji dapîra xwe her guhdar dike û ji bo tolhildan û nedubarekirina komkujiyan sala 2013’an çek radike. Li xeta Xabûr şer dike ku piştî têkbirina DAIŞ’ê niha jî li dijî dagirkeran axa xwe diparêze.

‘ZIMANÊ DAYIKÊ LI ME QEDEXE BÛ’

Nur behsa desthilata hikumeta Sûriyê li dijî gelên Sûriyê re kir û got: “Di dema rejîmê de bi taybet li dibistanan ji me re dihat gotin; ‘Xwedê, Sûriye û Beşar’. Di dibistanên me de yek ziman hebû ew jî tenê erebî bû. Me nikarîbû zimanê xwe yê dayikê bixwenda, qedexe bû. Li Sûriyê ne tenê Ereb hebûn, Kurd, Suryan, Ermen û gelek pêkhateyên cuda jî hebûn lê mixabin tenê Ereb dihatin dîtin û em dihelandin. Niha bi avakirina Rêveberiya Xweser re nifşên nû zimanê dayikê fêr dibin, perwerdeyê dibînin, dîrok û çanda xwe nas dikin. Parastina van destkeftiyan erka me ya sereke ye.” 

ŞERVANÊ KU BI ÇÎROKÊN KOMKUJIYAN MEZIN BÛYE TOLA XWE HILDIDE

Hawra Nur sedema tevlêbûna xwe ji Meclîsa Leşkerî a Suryanî re wiha vedibejê: “Tevlêbûna min ji bo parastina gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha serbilindiyeke gelekî mezin e ku hêzeke me li dijî dagirkeran heye. Bi rêya hêza xwe em nahêlin komkujiyên Osmaniyan dubare bibin.  Em hemû pêkhatê di nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de cih digirin.  Kîjan dagirker bixwaze êrişî me bike, dê bersiva xwe jî bigire. Ez li ser çîrokên Komkujiya Seyfo ji guhdarkirina dapîra xwe ku 105 salî ye, mezin bûm.  Dixwazin me ji holê rakin. Ji bo wê jî di Komkujiya Sefyo, heya bi hezaran zarok kirin hedef û qetil kirin. Encama komkujiyê de bi milyonan kes hatin qetilkirin, bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn û yên ku ji komkujiyê filitîn, bêyî îradeya xwe ola xwe guhertin."

Nur diyar kir ku piştî ew qas êşa ku Suryanan kişand, niha hêzêke wan heye û sîstema wan Rêveberiya Xweser mafê hemû pêkhateyan diparêze û wiha domand: “Ji ber hêza me heye em dikarin ax û sîstema xwe biparêzin. Ji ber ku hêza me tune bû, em di Seyfo û Simelê de bi hezaran kes hatin qetilkirin. Ger hêza me wê demê hebûya li dijî wan jî em ê sekinîbana û pêşî li komkujiyan hatiba girtin.” 

‘ME BI YEKDESTÎ DAIŞ TÊK BIR’

Nur kiryarên ku DAIŞ’ê bi bîr xistin ku di êrişan de pêkhate dihatin hedefgirtin û wiha dewam kir: “Nemaze kiryarên ku dixwestin li ser me pêk bînin yan guhertina olê yan jî dayîna fidyeyê bû. Ger ev pêk nehatiba jixwe qetil dikirin. Heya kesên ku esîr girtibûn navên wan diguhertin û navên îslamî li wan dikirin. Ev hemû şêwazên dewleta Tirk û dewleta Osmanî ne. DAIŞ kesên temenmezin ên Suryanî, Aşûrî, Ermenî direvandin, tecawizî jinan dikir û ew difirotin. Bi hezaran kes bi destê DAIŞ’ê hatin qetilkirin û koçberkirin. Me bi yekdestî DAIŞ têk bir, lê êrişên dewleta Tirk a dagirker nesekinîn. Ji bo parastina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê min di şerê Serêkaniyê, Silûk, Til Temir de cih girt û niha jî li Eyn Îsayê cih digirim."

Hawra Nur di dawiya axaftina xwe de got: "Me DAIŞ têk bir, em qebûl nakin ku me li vir tune bikin. Ew qas deskeftiyên ku me bi dest xistine, em ê heya dawiyê bi yekitiya hêza xwe biparêzin.”

ANHA


Mijarên Din